Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in 2024-06-29 20:51:51 STENBOL - Hevşaredarê DEM Partiyê yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, peyam ji mîtînga Stenbolmê ya li dijî qeyûm re şand û got: "Bedelê wê çi dibe bila bibe, me hewl da em soza xwe ya bi gel re li erdê nehêlin. Em serbilind in."  Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê, bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” li Qada Kartal a Stenbolê mitîngek li dar xistin. Di mîtîngê de peyama Hevşaredarê DEM Partiyê yê Colemêrgê Mehmed Siddik Akiş ku di 3'ê Hezîranê de qeyûm tayînî şûna wî kirin û niha girtî ye, xwendin.    PEYAMA AKIŞ    Akiş, anî ziman ku di şertên dijdemokratîk de ketin hilbijartina 31'ê adarê û wiha gto: "Tevî hemû şertên dijdemokratîk û hîle û zordestiyê em bi ser ketin. Me her dem bêyî ku em têkevin nava fikaran, sozên xwe yên me dabûn gel pêk anî. Me ev soza xwe li hemberî dadger bi serbilindî anî ziman. Ev soza me soza aştî, wekhevî û azadiyê ye. Em dîsa dibêjin em qasî misqalekê ne poşman in."    Akiş da zanîn ku ji sala 2010'an heta niha dosa wî didomiya û wiha got: "Piştî ku bûm şaredar pêvajoya dozê lezandin. Ez 3 roj berê bi hincetek vala binçav kirim. Piştre ez girtim û şandim girtîgehê. Li vir tendurûstî û moralê min pir baş e. Bilindbûna moralê gelê me, moralê me jî bilind dike. Ez partiya me, gelê me, hêzên ked û demokrasiyê û hemû kesên ku di vê pêvajoyê de li dijî qeyûm têkoşîyan û têdikoşim ji dil û can silav dikim û pîroz dikim. Îro hêzên ked, demokrasî û aştiyê ku li dijî qeyûm li vir kom bûne, ez bi heviya rojên azad wan ji dil û can silav dikim."