Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû 2024-06-29 22:09:53   STENBOL – Mîtînga ‘em rê nadin qeyûm’ ya bi tevlibûna dehezaran kesî pêk hat de, banga têkoşînê derket pêş û girseyê li dijî qeyûman, tecrîd, pêkanînên dij demokratîk, qetilkirinên jinan, krîza aborî  îtîrazên xwe bi dengekî bilind anîn ziman.   Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi destxist, bi dirûşma "Em ji bo ked û azadiya xwe rê nadin qeyûman" li Qada Kartal a Stenbolê mîtîngê pêk anî. Partiyên siyasî, sendîka, komele, sazî, dezge, platform û bi dehezarna kes tevli bûn.   Beriya mîtÎngê girse li Rawestgeha Başak a li Katalê  hatin gel hev.Di kortejê de pankarteke mezin ya ‘ji 1925’an heta 1999’an me serî netewand em ê netewînin’ ku  baldikişand ser darvekirina Şêx Saîd ku 29’ê hezîrana 1925’an bi 46 hevalên xwe re hat darvekirin û  û biryara darvekirinêya di 29’ê hezîranê de li Abdullah Ocalan hatibû birîn hat vekirin.   Partiyên siyasî, sendîka, komele, sazî, deze û platform bi flamayên xwe di kortejê de cih girtin û dovîzên ‘bicehme qeyûm’ hildan û tîşortên ‘bicehme qeyûm’ li xwe kirin.   Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘wê qeyûm biçe, em ê bimînin’, ‘em ê destur nedin qeyûm’, ‘ji xespkirinê re na’ , ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana Colemêrgê hatin berz kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a  DEM Partiyê jî bi pankarta ‘Em ê li dijî darbeya qeyûm têbikoşin’ meşiyan. Jinên erbana lêdan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî têkoşîna jinan berzkirin.   JI HEFT SALIYAN HETA HEFTÊ SALIYAN HER KES LI QADÊ BÛ   Ji her temenî welatî tevli mitîngê bûn û govend gerandin.   Di mîtîngê de peyama têkoşîna hevpar derket  pêş. Yek ji peyama din ya di mîtîngê de derket pêş tecrîd bû. Welatiyan bê navber dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘bijî serok Apo’ berz kirin.   Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku qeyûm tayînê şûna wê bibû jî di axaftina xwe de da zanîn qeyûm pirsgirêka hevparin. Dîsa di axaftinên hatin kirin de peyamên hevpar der barê Kobanê, Gezî û 1’ê Gulanê de hatin jiyîn. Peyamên girtiyan hatin xwendin û girtiyan banga têkoşîna yekbûyî kirin.   Piştî axaftinan hunermend Onur Akin, Adalilar û Arhat derkestin ser dîkê. Mîtîng bi stranan bidawî bû.