Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma 2024-06-30 13:46:21   WAN - Wezareta Çand û Turîzmê li Wanê “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Wanê” li dar xist. Fîrmaya organîzator a paqijiya qadê nekirî, qad di nava gilêşî de hişt.    Wezareta Çand û Turîzmê li Wanê “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Wanê” li dar xist. Ji ber ku fîrmaya organîzator karê paqijyê nekir, qada mîhrîcanê di nava gilêşî de ma. Mîhrîcan li Qada Newrozê ya Parka Çandê ya Ataturkê hat lidarxistin û hunermend Oguzhan Koç beşdar bû. Piştî mîhrîcanê jî paqijî nehat kirin. Qada behsa xeberê di heman demê de weke qada geştê tê bikaranîna û welatiyên ji bo geştê çûn qadê, qad di nava gilêşî de dît.    'RÊ LI BER BERTEKÊN GEL VEKIR’   Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser giliyên welatiyan daxuyanî da. Şaredariyê da zanîn ku şaredarî tevî organîzasyonê nehatine kirin û diviyabû fîrmaya organîzator qad paqij bikira. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qad di nava gilêşî de hatiye hiştin, şûşeyên plastîk, amabalajên xwarinê û hwd. zirar daye xwezaya parkê û dîmenên nebaş derketine holê. Hat destnîşankirin ku gel bi berteke. Şaredariyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di hevdîtinên beriya mîhrîcanê yên bi fîrmayê de tevahiya berpirsyartiya paqijiyê dane fîrmayê, daxwazeke ku şaredarî qadê paqij bike nehatiye kirin û tu piştgirî nehatiye xwestin. Şaredariyê got ku têkildarî mijarê xwestine xwe bigihînin rayedarên fîrmayê lê bersiv nehatiye dayîn. Şaredariyê bang li fîrmayê kir ku tavilê peywira xwe pêk bîne.