Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin 2024-07-01 08:52:36 COLEMÊRG - Li navçeya Çelê welatiyan li çawişên pispor xistin. Hat gotin ku çawişên pispor di “Festîvala Foto Safarî û Sporên Xwezayî” de zarokan tacîz kirin e.    Walîtiya Colemêrgê li navçeya Çelê “Festîvala Foto Safarî û Sporên Xwezayê ya Çelê” li dar xist. Di konsera roja dawî ya festîvalê de, hat diyarkirin ku du zarok bi tacîza çawişên pispor re rû bi rû mane. Ciwanên beşdarî konserê bûn, li wan çawişên pispor ku tacîzî zarokan kirine, xistin. Çawişên pispor rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê. Wek her carê dîsa hat îdiakirin ku ev çawişên pispor serxweş bûn e.    POLÎS JI ÇAWIŞÊ PISPOR RE DIBÊJE: TENGASÎ TUNE YE   Di dîmenan de tê bihîstin û xuyakirin ku polîsek ji çawişek pispor re ku rakirine nexweşxaneyê dibêj, “Huseyîn tengasiyek tune ye.”