Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê 2024-07-01 11:08:14 COLEMÊRG - Endamên Meclisa Şaredariya Colemêrgê ji bo diyarkirina rojevê û lidarxistina civînê xwestin biçin avahiya şaredariyê lê polîsan nehiştin bikevin hundir.    Di 3’yê hezîranê de li ser biryara Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin. Endamên Meclisa Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyî xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê hatin astengkirin. Endamên meclisê ji bo tev li civîna meha tîrmehê bibin û rojevên heyî diyar bikin, çûn şaredariyê. Endamên meclisê li ber deriyê şaredariyê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan ji endamên meclisê re gotin: “Me niha pirsî, dê meclis necive. Heke li hundir karên we yên taybet an jî karûbarê dayîna fatûreyan hebe hûn dikarin derbas bibin.” Li ser vê yekê endamên meclisê xwestin bi nivîsgeha taybet re hevdîtinê bikin. Polîsan jî jê re gotin: “Nivîsgeha taybet niha guncav nîne. Hûn nikarin hevdîtinê bikin.”    Endamên meclisê jî li dijî rewşa astengkirinê û astengkirina biryara civînê ya endaman, li hundir girtek amade kirin.    ÇI BÛBÛ?    Di 3’yê hezîranê de bi biryara Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji ber dozeke ku ev 10 sal in didome hate girtin û 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Endamên Meclisa Şaredariyê yên DEM Partiyî jî rêveberiya qeyûm red kirin û di 7’ê hezîranê de serokwekîlê xwe hilbijartin. Meclisa Şaredariyê Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe weke wekîl hilbijart.