Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê! 2024-07-01 11:57:50   BEDLÎS - Îdareya Taybet a Bajarê Bedlîsê qîra germ rijand ser rêya Gola Krater a Nemrûdê ku wek qada dereceya yekemîn a SÎT’ê hatiye tomarkirin.    Gola Kraterê ya Nemrûdê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ye û ev der wek qada dereceya yekemîn a SÎT’ê hatiye tomarkirin. Tevî vê yekê jî li ser rêya golê qîra germ hat rijandin.    Îdareya Taybet a Bajarê Bedlîsê vê qîra germ rijand ser rêya golê û wêneyê qîrkirinê li malpera xwe bar kir û pê reklama xwe kir. Herêma wek qada SÎT’ê di heman demê de wek “Parka Milî” jî hatibû ragihandin.    Gol û derdora xwe bi xwezaya xwe ya bedew ku her cure çûk lê datînin û wek qoziyek bihûştê xuya dike, her sal mêvanên xwe pêşwazî dike. Tevî vê bedewiyê jî qîra ku hatiye rijandin, xwezaya li vir xera dike.    NERAZÎBÛN HAT NÎŞANDAN    Îdareya Taybet di heman demê de Walîtiya Bedlîsê jî etkîket kiriye û wêneyan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kiriye. Parêzvanên xwezayê nerazîbûn nîşanî qîrkirina rê dan û dan zanîn ku ev qîrkirin rê li ber rûxandina xweşikiya xwezayê vedike. Parêzvanên xwezayê û rêxistinên sivîl banga hestiyariyê kirin û xwest rê li ber rûxandina vê talankirina xwezayê bê girtin.