Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan 2024-07-02 10:17:59 SÊWAZ - Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dan bi meşa ku bi hezaran kes tevlibûn hatin bibîranîn.  33 rewşenbîrên di 2’yê tîrmeha 1993’yan de li Otela Madimakê ya li navenda Sêwazê bi şewitandinê hatin qetilkirin bi boneya salvegera qetilkirina xwe ya 31’emîn hatin bibîranîn. Bi hezaran kesên ku di pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Federasyona Elewî Bektaşiyan (ABF) hatin bahev, li ber Komeleyên Haci Bektaş Velî dest bi meşê kirin. Di meşa ber bi Otela Madimakê ve hate kirin de, wêneyên rewşenbîrên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Her wiha pankarta “Rêya me mezin e, Pîr Sûltanên ku ber bi bêdawîtiyê ve dimeşin wê nemirin” hate vekirin û gelek caran dirûşmên mîna “Yên ku Sêwaz şewitandin yên ku AKP damezrandin in”, “Can hatin şewitandin, sûcdar li ku ne?” û “Ronahiya Sêwazê venamire” hatin berzkirin. Di dema meşê de navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane yek bi yek hate xwendin. Di vê navberê de dengê “dijî” bilind bû.    BI HEZARAN KES TEV LI BÛN   Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş tev li meşê bûn. Her wiha rêxistinên elewiyan û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî di kortejê de cihê xwe girtin.