Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman 2024-07-02 12:51:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edeneyê Îklîm Altinsoy, ji aliyê zilamê ku ew berdayî ve hate qetilkirin. Li Rihayê jî cenazeyê Ayşe G. ya hate îdiakirin ku ketiya qenala avê ya aydê DSÎ’yê piştî sê rojan hate dîtin.    Li Taxa Yenîkoy a navçeya Saîmbeylî ya Edeneyê zilamê bi navê Ramazan Yener (32), Îklîm Altinsoy (28) a ku ew berdaye qetil kir. Yener pişt re bi heman çekê întîhar kir. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Altinsoy û Yener jiyana xwe ji dest dane. Hate zanîn k udu zarokên Altinsoyê hebûn.    RIHA    Li navçeya Halîliye ya Rihayê cenazeyê Ayşe G. (21) a hate îdiakirin ku di 30’ê hezîranê de ketiya qenala avê ya aydê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) di encama lêgerînên hatin kirin de hate dîtin. Li gorî îdiayê Ayşe G. ya ji bo hênik bibe dema av li rûyê xwe kir, ketiye qenalê. Di encama xebatên lêgerînê yên 3 rojan berdewam kirin de cenazeyê Ayşe G.’yê di qenala li gundê Îkîzagiz ê navçeya Halîliyeyê de derbas dibe hate dîtin.    Cenazeyê jina ciwan ji bo otopsî were kirin rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê hate kirin.