Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin 2024-07-02 13:14:44   ENQERE - Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tilîlî û dirûşmeyan şermezar kirin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo dengê girtiyên çalakiya boykotê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk didomînin ragihînin li Enqereyê li Meclisê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir.    Dayikên Aştiyê beriya daxuyaniya ku saet di 15.30’an de li ber Dadgeha Destûra Bilind bidin tev li civîna Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn. Dayikên Aştiyê tecrîd bi çepik, tilîlî û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” şermezar kirin û tev li komcivînê bûn.    Tê payîn ku Dayikên Aştiyê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari saet di 15.30’an de li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniya çapemeniyê bidin.