Şewata pirêzeyê li daristanê ket 2024-07-02 13:26:32   EDENE - Şewata pirêzeyê ya li navçeya Kozanê derketiye, li daristanê ket.    Li pirêzeyê zeviya genim a gundê Orendere ya navçeya Kozana Edenê şewat derket. Şewat ji ber bandora bayê, ber bi baxçe û daristanê ve belav bû. Ji bejahî û hewayî ji bo vemirandinê mudaxile li şewatê tê kirin.