Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye 2024-07-02 21:33:00   ÊLIH - Kesên tevlî çalakiya "Ji Îradeyê re rêzê bigirin" bûn peyama ,"Em ê têkoşîna xwe bidomînin" dan.    Kesên ku beşdarî meşa "Rêzgirtina Li Vînê" ya ku li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin, bûn  gihiştin Êlihê. Meş li gundê Xincika  ku di ketina bajêr de ye bi çepik, dirûşme û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.  Girseya li vir piştre derbasî navenda bajêr bû. Meş li Parka Yilmaz Guney bi dirûşmên "Bijî berxwedana zîndanan", "Esnaf wê derkevin, gel wê werin" û "Jin jiyan azadî" hatin pêşwazîkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu, Ceylan Akça Cupolo, Mehmet Ruştu Tiryakî, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên Êlihê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û bi hezaran kes tevlê bûn.   Parlamentera Stenbolê Çîçek Otlu diyar kir ku 40 sal in li gel hemû zextan jî serî natewînin û têkoşîna xwe mezin dikin û got, “Me dengê kedkar û kedkaran anî li dijî desthilatdariya îqtîdarê, em li ser vîna we ne. .Ev deng wê ji Stenbolê heta Îzmîrê, ji Wanê heta Amedê bimeşe. Li Êlihê li dijî zîhniyeta mêr em hemû bi ser ket. Me li Sêwasê jî dît ku rejîma AKP’ê qet kujer ceza nake. Ev 40 sal in em li ber we serî natewînin. Bila ev ji we re bibe pirsgirêk. Têkoşîna me wê bidome."   Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê destpê kir.