Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye 2024-07-02 23:07:19 STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr di çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhane ya li dijî desteserkirina îradeyê de axivî û got, "Çanda komkujî û bêhiqûqiyê ya li vî welatî nîşan dide ku welat demokratîk nebûye. Çareseriya vê bi têkoşîna hevpar e." Nobeda ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 25’an de berdewam dike. Ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê tîşortên reş ên "Qeyûm bila biçe" hatin daliqandin û pankarta "Taksîm, Colemêrg 1'ê Gulanê ya me ye," hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûm wê biçe em ê bimînin", "Sêwasê ji bîr neke, bila neyê jibîrkirin" hatin berzkirin.   'EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNÊ BI SER BIKEVIN'   Di çalakiyê de Hevşaredarê Semsûrê yê Komûrê Huseyîn Yuka yê ku di sala 2014'an de qeyûm li şûna wî hatibû bicihkirin, axivî. Yûka got: “Vîna gelê Kurd tevgereke bi rûmet e. Desteserkirin tiştekî wisa ye ku ji aliyê hemû gelên Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin. Em dikarin têkoşîna li dijî qeyûm bi têkoşîna gelan bi hev re bi ser bixînin. Ez bang li kesên bê hestiyar dikim ku hestiyar bin. Ev desteserkirin e."   Hevseroka Navçeya Gazîosmanpaşa ya DEM Partiyê Rukiye Ekenler ku piştre mafê axaftinê girt, bi bîranîna Komkujiya Madimakê dest bi axaftina xwe kir. Ekenlerê got: “Em ê wan ji bîr nekin û nehêlin kesek  ji bîr bikin. Em ê kesên şewitandin ji bîr nekin. Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin tên bîra me, vê êşê em nikarin ji bîr bikin. Li Kurdistanê agir pêxistin. Agirê Sêwasê hê jî di nava me de ye. Hêrsa me vediguhere têkoşînê û me tîne cem hev. Em yek kes bin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Roj bi roj kuştinên jinan zêde dibin, daristan dişewitin, xizanî kûrtir dibe. Xizanî şert û mercên şer dide avakirin. Em di nava vê tarîtiyê de ne. Em li ku bin jî em ê  bibin ronahî û tarîtiyê ronî bikin. Em ê rojên xweş di nava aştiyê de bijîn. Em Komkujiya Madîmakê bi bîr tînin. 33 kes li ber çavên me hatin şewitandin. Me dîsa heman tişt li Roboskî dît. Divê em têbikoşin. Werin em hêza xwe bikin yek da ku gel neyên tunekirin. Kêmnetewên tirk ên ku xwe bi hêz hîs dikin, divê berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Em rast dibêjin, em ê doza xwe ya mafdar jî bi tenê nehêlin. Tu kes ji me, nikare ji berpirsiyariya xwe ya ji bo vê xilas bibe."   Çalakiya nobetê bi dirûşmeyan bi dawî bû.