ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-03 09:00:16   * Komelaya Çand û Ziman a Birca Belekê ji bo serdema havînê dest bi amadekariyên kursên zimên kirin. Hevserokê komeleyê Cahit Akil, diyar kir ku serîledanên wan wê heta 7'ê Tirmehê bidomin û li gor pêdiviyê dikarin hejmara polan zêde bikin û bang li gel kir ku serî li kursan bidin.   * Rojnamevan Armanc Herekol ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe nirxandin, got ku heke Tirkiye di êrişan de bi ser bikeve wê tevahiya Başûr bandorê ji êrişan bigire.    * Selver Karakoç ragihand ku platîna di lingê keça wê Zeynep Gonca Karakoç a li Girtîgeha Şakranê de şikiyaye û ji ber vê keça wê bi zorê dimeşe û got: "Em bi fikar in."    * Hat diyarkirin ku gardiyanan Nûrettîn Kaya yê li dijî rawestandina sewqên ji bo girtîgehên wekî "çalan" bê rawestandin di rojiya mirinê de ye kontrol dikin bê ka miriye yan na û Alîşan Gul ê bi heman daxwazê di rojiya mirinê de ye jî bi zorê li ser pêyan disekine.    * Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk ê Rojavayê Kurdyar Direhî bal kişand ku ne pêkane ji diyalogeke gengaz a di navbera Enqere û Şamê de lihevkirinek pêk were û wiha got: “Heke rejîma Sûriyeyê dixwaze ji krîzê derkeve neçare Rêveberiya Xweser qebûl bike.”   * Di rapora pispor a têkildarî çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Zorê de hat gotin ku wê HES ekosîstemê tune bike û bi pirdengiyê biryar hat dayîn ku çêkirina HES’ê ne guncav e.    * Hasret Kaçar û Nûrettîn Tekîn ên 16 roj berî niha di operasyona leşkerî ya li Herêma Mawa de birîndar bûn. Malbatên wan ên ji zarokên xwe agahî nagirin, ji bo hiqûqa heyî were sepandin bang kirin.    * Danişîna doza ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê jê tên darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (09.30)    * Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê têkildarî kesên bi hinceta çalakiyên 1’ê gulanê hatine girtin li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyaniyê bide. (09.30)    * Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê têkildarî reqamên enflasyonê yên TÛÎK’ê dê li Beşîktaşê daxuyaniyê bide. (12.30)    * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê têkildarî 9’emîn Paketa Darazê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30) ZINDΠ   * Li Wanê dê ber bi Colemêrgê ve “Meşa Rêzgirtina li Vînê” bê destpêkirin. (15.00) ZINDΠ   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê dane destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)