Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e 2024-07-03 09:02:58 STENBOL - Hat diyarkirin ku gardiyanan Nûrettîn Kaya yê li dijî rawestandina sewqên ji bo girtîgehên wekî "çalan" bê rawestandin di rojiya mirinê de ye kontrol dikin bê ka miriye yan na û Alîşan Gul ê bi heman daxwazê di rojiya mirinê de ye jî bi zorê li ser pêyan disekine.  Cemîl Kurt û Alîşan Gul di meha adara 2023’yan de ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgeha Hejmara 1'an a Dûmlû ya Erziromê hatin kirin. Di heman demê de girtiyê bi navê Nûrettîn Kaya jî ji Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye sewqî Girtîgeha Hejmara 1'an a Dûmlû ya Erziromê hat kirin. Kûrt, Gul û Kaya yên li Girtîgeha Dûmlû ya Hejmar 1'ê ji bo girtina girtîgehên tîpa S, R, Y û girtîgehên Ewlehiya Bilind ku wan wekî "çalê" ango "bîrê" dibînin û bi nav dikin bên girtin û sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin di gulana 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Di roja 100'emîn a grevê de girtîgehm ragihand ku wê îdare daxwazên wan pêk bîne û girtiyan jî dest ji grevê berdabû.    Girtiyê bi navê Nûrettîn Kaya ku piştî daxwazên wan nehatin qebûlkirin dest bi rojiya mirinê kir. Kaya di 29'ê sibatê de şandin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, lê hevalên wî neşenadin. Çalakiya rojiya mirinê ya Kaya ya ji bo sewqkirina hevalên wî ket roja 258'an û çalakiya greva birçîbûnê ya Alîşan Gul û Cemîl Kûrt ên li Girtîgeha Dûmlû ya Hejmara 1'ê ne, di roja 115'an de didome.    Xwişka girtî Alîşan Gul, Songul Emîr rewşa heyî û daxwazên birayê xwe nirxandin û got ku ger tiştekî nebaş biqewime berpirs Wezareta Dadê ye.    TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN   Emîr diyar kir ku li girtîgehê hemû mafên girtiyan tên astengkirin û wiha got: “Ser hewadariyê bi têlan tê girtin, pace bi têlan tên girtin, tav û baran tune, cihekî bi rastî teng e; ji ber ku qadên wan ên meş û werzîşê hemû hatine qedexekirin dest û tecrîda giran a li ser wan bi greva birçîbûnê kirin."   Emîr diyar kir ku birayê wê 115 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wî nebaş e û got: "Rewşa wî gelekî xerab e, pir zihîf bûye." Emîrê diyar kir ku derfetên wan ên ji bo hevdîtinê pir kêm in û di warê aborî û manewî de zehmetiyên wan hene û wiha got: “Dixwaze sewqî girtîgeheke li Herêma Marmarayê bê kirin û ger sewqiyata wî bê qebûlkirin, wê bi vê re daxwazên Nurettîn Kaya jî bên qebûlkirin."   ‘TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ’   Emîr anî ziman ku di dema greva birçîbûnê de gelek binpêkirinên mafan hatine kirin û got: “Heya demekê şekir û vîtamîn bi dest wan neketein. Jixwe mîdeya birê min nebaş e, di rojên ewil ên greva birçîbûnê de ji ber ku pir diverişiya pir zihîf bû."    Emîr anî ziman ku ev daxwaz demokratîk û pêkan in û got: “Daxwaza hemûyan yek e. Divê ev girtîgehên cur bi cur bên girtin. Bi rastî jî mirov bi mirinê re rû bi rû hiştine. Li wir tecrîda li ser tecrîdê heye."    BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN   Emîr diyar kir ku ger tiştekî nebaş bê serê birayê wê berpris Wezareta Dadê û midûriyeta girtîgehê ye û wiha got: “Ez ji rayedaran dixwazim daxwazên Alîşan Gul, Cemîl Kûrt û Nûrettîn Kaya qebûl bikin. Ev daxwazên wan, daxwazên mirovî ne, di encamê de ez naxwazim kes li wir razê. Wan mirovan bi mirinê re rû bi rû hiştiye. Heqekî wan ê bi vî rengî tune ye."    MA / Yeşîm Tukel