Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike! 2024-07-03 09:03:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Armanc Herekol ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe nirxandin, got ku heke Tirkiye di êrişan de bi ser bikeve wê tevahiya Başûr bandorê ji êrişan bigire.    Êrişên berfireh ên Tirkiyeyê yên di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi pêşengiya PDK’ê li ser Herêma Kurdistana Federe dabûn destpêkirin, didomin. Tirkiye ji bo êrişên xwe li herêmên nû berbelav bike amadekariyên berfireh dike. Di hefteya dawî de bi sedan wesayîtên zirxî di ser Amêdiye re sewqî herêmê hatin kirin.   Rojnamevan Armanc Herekol ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, rewşa li herêmê nirxand.    ‘PDK ZEXTÊ ZÊDE DIKE'   Herekol got: “Tirkiye û PDK’ê ku armanc kirin xeta Amêdiye, Zap û Avaşînê bi dest bixin, tevî êrişên dijwar jî nikaribûn bi ser bikevin. Tirkiyeya ku li gel êrişên giran ên rojane jî nikare bigihêje tişta ku dixwaze, bi şikestineke mezin re rû bi rû ye."   Herekol diyar kir ku Tirkiye bi tevlîbûna eşirên mezin û cerdevanan hewl dide êrişên xwe berfireh bike û got: “Tirkiye di 17’ê Hezîranê de dest bi êrişên nû kir. Ev êriş li ser xeta Şeladizê, Amêdiye û Dêrelûkê ne. Armanca Tirkiye û PDK'ê ew e ku van xetan bigirin û bigihên sînorên Peymana Neteweyî. Armanca sereke ya Tirkiyeya ku PKK'ê wekî gef nîşan dide, qirkirina gelê kurd e. Ev êrişên ku ji sedî 75'ê Dihokê xistiye bin metirsiya ketina destê Tirkiyeyê, zexteke mezin li ser gelê herêmê çêdike. Xelkê Başûr rastî zirareke mezin a derûnî û bedenî tê. Di êrişan de kesên jiyana xwe ji dest didin, rez û baxçe jî ji ber bomberdûmanê wêran dibin. Li aliyê din PDK bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û zextên li ser gel zêde dike."   ‘PDK, ALÎKARIYA LOSJÎSTÎK DIKE'   Herekol diyar kir ku bêyî piştgiriya PDK'ê Tirkiye nikare qadeke wisa ku rihet lê hereket bike peyde bike û wiha got: "PDK di warên lojîstîk, leşkerî, tenduristî û îstîxbaratê de bi tevahî piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Polîtîkayên PDK'ê di raya giştî de dibe sedema bertekên mezin. Leşkerên tirk li herêmê kontrola nasnameyan dikin. PDK li bazar û dermanxaneyan mirovan bi kamerayan tomar dike. Ew çavdêriyê dike ku kî çiqas xwarin û çiqas derman dikire. PDK ji bo bertekên gel bitepisîne zextên xwe zêde kirine."   ‘WÊ TEVAHIYA BAŞÛR BANDORÊ JÊ BIGIRE'   Herekol bal kişand ser bêdengiya Iraqê ya li hemberî van êrişan û got ku di qanûnên Iraqê de ev êriş wekî "dagirkeriyê" tên pênasekirin. Herekol got: “Başûrê Kurdistanê bi dagirkeriya Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Tirkiye bi piştgiriya PDK’ê li herêmê bi sedan baregeh ava kirine û wesayîtên zirxî û alavên leşkerî li van baregehan bi cih dike. Eger êriş berdewam bikin, ne tenê herêmên di bin kontrola PDK’ê de, herêmên din jî wê bikevin bin bandorê. Eger Tirkiye di êrişan de bi ser bikeve, wê tevahiya başûrê Kurdistanê bi bandor bibe."