Li Rihayê qeza: Kesek mir 2024-07-03 09:45:09   RIHA - Di qezaya li ser rêya Riha-Dîlokê de kesekî jiyana xwe ji dest da.    Li ser rêya di navbera Riha-Dîlokê de du TIR’ên sotemeniyê qeza kirin. Di qezayê de ajokarê bi navê Omer Bagtur jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bagtur ji hêla komên agirkujiyê ve ji wesayîtê hate derxistin û birin morga Midûriyeta Tipa Edlî ya Rihayê.