Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim 2024-07-03 09:51:43 ÊLIH - Hasret Kaçar û Nûrettîn Tekîn ên 16 roj berî niha di operasyona leşkerî ya li Herêma Mawa de birîndar bûn. Malbatên wan ên ji zarokên xwe agahî nagirin ji bo hiqûqa heyî were sepandin bang kirin.  Di 18’ê hezîranê li çolterên gundê Xirbêkûr a Herêma Mawa ya navçeya Heskîfa Êlihê operasyona leşkerî dest pê kir û di 22’yê hezîranê de belavî çolterên navçeya Kerecewsê bû. Hat destnîşankirin ku Hasret Kaçar, Nûrettîn Tekîn û Zeynep Nîbat ên di operasyonê de birîndar bûne, dema rakirina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, îşkence û heqaretê li wan hate kirin. Hat zanîn ku lingê Kaçarê ya tê dermankirin jê kirin û dermankirna Tekîn ê ji ber perçeyê ji serî girtiye jî di servîsa lênêrîna awarte didome û rewşa wî baş e.    Malbatên ev 16 roj in tu agahiyê ji zarokên xwe nagirin, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dan. Serlêdanên malbatan ên bi riya parêzeran kirine jî bêencam man. Malbatên bi rojan in li pêşiya nexweşxaneyê ji bo agahiyekî ji zarokên xwe bigirin disekinin, banga hestiyariyê kirin.    13 ROJ IN LI PÊŞIYA NEXWEŞXANEYÊ NE   Kûmrû Kaçar   Kûmrû Kaçar a ji bo keça xwe Hasret Kaçarê bibîne 13 roj in bi şev û roj li pêşiya nexweşxaneyê disekine anî ziman ku hem daxwazên wê hem jî daxwaza parêzerên wê ya hevdîtinê nehatiye qebûlkirin. Kaçar destnîşan kir ku ew bi daxuyaniya Wezareta Karên Hundir pê hesiyaye ku keça wê di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê de ye. Kaçar anî ziman ku ew ji jiyana keça xwe bi guman e û wiha axivî: “Dixwazim keça xwe bibînim lê belê nîşanî me nadin. Ez çûm kata lê tê dermankirin lê belê destûr nedan min ku bikevin hundir. 5 deqîqe jî bin ez wê bibînim û dengê wê bibihîsim. Ne destûrê didin ne jî derbarê wê de agahiyekî. Li gorî agahiyên me bi dest xistine, lingekî wê jê kirine. Ez dayik im, dîtina keça min, mafê min e. Bila tu kes li hember van tiştên diqewimin bêdeng nemîne. Hiqûq çi be bila wê bisepînin.”    ‘HIQÛQÊ BISEPÎNIN’   Esma Tekîn   Xwişka Nûrettîn Tekînî Esma Tekînê jî anî ziman ku ew tenê dizanin birayê wê ji serê xwe ve tê dermankirin û da zanîn ku derveyî vê yekê tu agahî bi wan re neyê parvekirin. Tekîn diyar kir ku sedema vê rewşê jî astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan in. Tekîn bi bîr xist ku ew ji bo dengê birayê xwe bibihîsin ev 13 roj in bi şev û roj li pêşiya nexweşxaneyê disekinin û bang kir ku hiqûqa heyî were sepandin.