Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e 2024-07-03 09:52:34   AMED - Di rapora pispor a têkildarî çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Zorê de hat gotin wê HES ekosîstemê tune bike û bi pirdengiyê biryar hat dayîn ku çêkirina HES’ê ne guncav e.    Çemê Zorê di navbera navçeya Sasonê ya Êlihê û navçeya Pasûrê ya Amedê de ye. Geliyekî kûr e û her deverê wê dar û ber û mîna qoziyek bihûştê ye. Şirketa Hilberandina Enerjiyê ya Maya dixwaze li qada 67 hezar û 45 metre çargoşe Santrala Enerjiya Hîdroelektrîkê (HES) çêbike. Çêkirina vê HES’ê bi destûrdayîna Wezareat Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê pêk tê. Wezaretê cara duyemîn ji bo HES’ê biryara erêniya “Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED)” dabû. Sekreterê Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan li dijî biryara wezaretê serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û xwest “birêvebirin bê sekinandin û betalkirin.”    2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê bi serlêdanê re biryar da ku li wê devera HES lê bê çêkirin ji bo ÇED'ê divê kifş û lêkolîna pispor bê kirin. Şandeya ji 7 kesên di nav de endezyar û pisporên mijara navborî hebûn, di meha nîsanê de li ser Çemê Zorê kifşê û lêkolîna pispor kirin. Piştre rapora pispor hat eşkerekirin.    ‘WÊ XWEZA Û JIYANA AJALAN TUNE BIBE’   Di raporê de wiha hat gotin: “Li devera ku wê projeya HES’ê lê bê çêkirin ne li gorî rêgez û prensîbên plansaziyê ye û ne guncav e ku HES bê çêkirin.” Endezyariya Zîreatê, Endezariya Hawirdorê, Endezariya Madenê, Endezariya Jeolojiyê ku di nav şandeya kifşê kirine de cih digirin, destnîşan dikin ku ew dever ne li gorî çêkirina projeya HES’ê ye û heke ev proje bê çêkirin dê jiyana bi sedan ajal û cureyên endemîk û jiyana çi zindewarên li wir hebîn jî bên tunekirin.    BI PIRDENGIYÊ PROJE GUNCAV NEHAT DÎTIN    Di rapora pispor de hat diyarkirin ku HES’a Metîn (Bendava Kayserê), Bendava Batmanê û Bendava Ilisûyê li ser heman çemî hatine avakirin û wiha hat gotin: “Li ser van çeman û li wê derdorê liv û tevgera zindiyan bênavber berdewam dike. HES û bendav bandorek mezin li ser sirûştê û jiyana zindiyan dikin. Li wê deverê cureyên biyolojîk dê bê kêmkirin, wê qada ajalan jî bê tengkirin û nikaribin xwe xwedî bikin. Dema meriv hemû taybetmendiyên wê deverê û pirzindîbûna wir li ber çavan digire, di encama nirxandin û şîroveyên hatine kirin de bi pirdengiya şandeya me ya pispor li wê qada ku bûye mijara dozê çêkirina HES ango bendavê ne guncav e.”    ‘CARA DUYEM EŞKERE BÛ KU WÊ EKOSÎSTEM XESARÊ BIBÎNE’    Sekreterê Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan piştî eşkerekirina rapora pispor cara duyemîn serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û xwest bi lezgînî “birêvebirina projeye were sekinandin û betalkirin.” Înan têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku cara duyemîn e ku şandeya pispor jî derxist holê ku wê ekosîstema deverê xessarek mezin bibîne û wê xweza li wir bê talankirin. Înan anî ziman ku bi rapora pispor re divê proje demildest bê betalkirin.    MA / Mujdat Can