Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin 2024-07-03 10:06:50   STENBOL - Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê Omer Yilmaz diyar kir ku îktîdar hewl dide pergaleke perwerdeyê ya paşverû ava bike û wiha got: “Divê malbat li dijî bêedaletiyên di perwerdeyê de dengê xwe bilind bikin û ji bo pêşeroja zarokên xwe, xwe birêxistin bikin.”    Wezareta Pewerdeya Neteweyî (MEB) di 26’ê nîsanê de mufredata “Modêla Perwerdeyê ya Sedsala Tirkiyeyê” parve kir û pêşnûmeya mufredata wê tevî bertekên sendîkayên pererdeyê, rêxistinên civaka sivîl û malbatan jî di nava mehekê de hate qebûlklirin. Pêşnûmeya mufredatê di 26’ê nîsanê de hate parvekirin û nêrîn û pêşniyar heta 10’ê gulanê vekirî hatin hiştin. Di vê pêvajoyê de bertek û nîqaş dom kirin û ev pêşnûme di 24’ê gulanê de ji hêla Lijneya Talîm û Terbiyeyê ve hate qebûlkirin.    Bi mufredata nû re ji serdema pêş a perwerde-hînkirinê ve di pola yekemîn a dibistana seretayî, pola 5’emîn a dibistana navîn û pola 9’emîn a dibistana amadehî bikeve meriyetê. Derdorên li dijî vê bernameyê têdikoşin jî dixwazin pergaleke perwerdeyê ya zanistî, laîk û li ser esasê mafê zimanê dayikê were avakirin.    Serokê Giştî yê Komeleya Oğrencî Veliyê (VELÎ-DER) Omer Yilmaz  li dijî “paşverûkirina” perwedeyê banga xwe birêxistinkirinê kir.    HEGEMONYAYA ÎKTÎDARÊ YA ÎDEOLOJÎK   Yilmaz, anî ziman ku îktîdar gav bi gav pergaleke perwerdeyê ya paşverû ava dike û wiha domand: “Di salên 2012-2013’an de derbasî pergala 4+4+4’ê bûn. Bi vê yekê re gava ewil avêtin. Piştre îmam hatîpkirina dibistanên navîn û amadehî dest pê kir. Ji wê demê heta niha ev polîtîkaye di meriyetê de ye.” Yilmaz, sepanên Ji bo Derdora Xwe Bihestiyar im bi Nirxên Xwe Dizanim (ÇEDES) a ku MEB’ê bi Diyanetê re xistine meriyetê û wiha got: “Diyanet, MEB û Wezareta Ciwan û Sporê protokolek îmze kirin û kir ku mele, waiz û heta mezûnên îmam hatîpê bikevin van dibistanan. Van kesan li dibistanan di çarçoveya ‘perwerdeya nirxan’ de xebat kirin. Me piştre çi dît? Bi rêya qursên Qur’anê perwerdeya olî dan zarokên pêşdibistanê. Anku perwerde dan zarokên 4-6 salî. Her wiha bi sepana dersa olê ya mecbûrî, 6 saet dersên olî dan zarokan.”    Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar hewl dide hegemonyaya xwe ya îdeolojîk ava bike. Dixwaze pergaleke perwerdeyê ya nirxên netewî û olî esas digire ava bike. Dixwazin ji encamên zanistî sûdê bigirin û civakê paşverû bikin. Di hilbijartina dawî de îktîdarê derb xwar û bi mejiyê ‘ez ê biçim lê şopa min dê bimîne’ nêzî perwerdeyê dibe. Divê pergala perwerdeyê pirçandîtî û gerdûnîbûnê esas bigire. Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe. Malbat mecbûr in ku plana perwerde û pêşeroja zarokên xwe bikin. Divê li dijî bêedaletiya di perwerdeyê de dengê xwe bilind bikin. Rêya vê jî birêxistinkirina sendîkayên perwerdeyê ye. Di nava van şert û mercan divê malbat û derdora perwerdeyê bi berpirsyartiyên xwe rabin.”