Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê 2024-07-03 10:19:40 WAN - Derket holê ku Nazli Sancar a her hefteyê dihat li pêşiya DEM Partiyê û heqaret li partiyiyan dikir, di dema qeyûm de her meh, di bin navê ‘alikariyê’ de pere stendiye.  Her roj derbarê kesên bi arastekirina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yê berê de tiştên nû derdikevin holê. Li Wanê komek bi îdiaya “zarokên me revandine li çiya” di sala 2019’an de hatin li pêşiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Kesên her hefteyê hatine li pêşiya partiyê, heqaret li partiyiyan kirin û provakatorî kirin.    100 HEZAR LÎRE ALÎKARÎ   Piştî ku derbarê HDP’ê de doza vekirinê dest pê kir, avahiyê partiyê dan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya nû ava bûye. Koma behsê xeberê vê carê heman provakatoriyê li pêşiya DEM Partiyê li dar xist. Derket holê ku hin kesên di nava komê de cih digirin, di bin navê “alîkariyê” de her meh ji qeyûm pere stendine.   Yek ji kesên her mehê pere ji qeyûm stendiye û heqaretê li partiyiyan dikir Nazli Sîncar e. Li gorî agahiyên bi dest ketine Sancar piştî qeyûm di sala 2019’an de hate tayînkirin, ji bo “alîkariyê” serî li şaredariyê da. Rêveberiya qeyûm her meh di bin navê “alîkariyê” de heya sala 2023’yan nêzîkî 100 hezar lire dan Sancarê.    Hat zanîn ku li gel Sancarê Gulser Alkan, Feyzî Yagmûr û Fîkret Koç jî bi heman awayî dem bi dem pere ji şaredariyê stendine. Hat destnîşankirin ku dem bi dem ji van kesan re “alîkariya civakî” hatiye kirin, qertên bêpere yên veguheztinê hatine dayîn.    KEÇA WÊ DI ÊRIŞÊN KÎMYEWÎ DE JIYANA XWE JI DEST DA   Keça Sancarê Şerîme Sancar di 21’ê gulana 2022’yan de di êrişa bi çekên kîmyewî ya TSK’ê yê de li Zapê bi 7 hevalên xwe ve jiyana xwe ji dest dabû. Sancar, piştî hat daxuyandin ku keça wê jiyana xwe ji dest daye, hat li pêşiya DEM Partiyê.