Zarokekî sûriyeyî hate kuştin 2024-07-03 10:20:16 ANTALYA - Komeke nîjadperest li navçeya Serîkê êrişî zarokê 17 salî yê sûriyeyî Ahmet Handan El Naîf kirin û qetil kirin.  Êrişên nîjadperest ên li dijî penaberên sûriyeyî ku l Kayseriyê dest pê kiribûn, didomin. Hat zanîn ku zarokekî sûriyeyî li navçeya Serîk a Antalyayê hate kuştin. Zarokê 17 salî Ahmet Handan El Naîf ê sûriyeyî, ji hêla 3 kesên li motosîkletê siwar hat kêrkirin û kuştin.    Li gorî nûçeya Graffitihaberê; bûyer rojek berê li Taxa Kokezê qewimî. Têkildarî mirina Naîf, kesên bi navên R.O., Y.Y. û Î.O. hatin binçavkirin.