Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye 2024-07-03 11:00:29   ÎZMÎR - Endamê Platforma Piştevaniya bi Penaberan re Îsmaîl Çapar got ku nefreta civakî ya hatiye avakirin rê li ber êrişên nîjadperest ên li dijî penaberan vedike û wiha got: “Bi avakirina mercên jiyanê yên hevpar dikare ev hişmendiya neyînî ji holê were rakirin.”    Di şeva 30’ê hezîranê de li Kayseriyê piştî îdiaya îstîsmarkirina zarokek a 7 salî, li dijî sûriyeyiyan êrişên nîjadperest dest pê kirin. Mal, kargeh û malên sûriyeyiyan hatin şewitandin û êrişên fîzîkî dest pê kirin. Êriş, piştre li bajarên cuda jî belav bûn. Di heman demê de li Antalyayê zarokê sûriyeyî yê 17 salî Ahmet Handan El Naîf ji hêla komekê ve hate qetilkirin. Wezareta Karên Hundir ragihand ku ji ber êrişan 474 kes hatine binçavkirin û ji van 285 jê ji ber sûcên cuda qeydên wan hebûn.    'DIJBERIYA LI HEMBERÎ PENABERAN ZÊDE DIBE’   Endamê Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ya Îzmîrê Îsmaîl Çapar anî ziman ku li Tirkiyeyê dijbertî û dijminatiya li hemberî penaberan zêde dibe. Çapar, wiha got: “Li welatekê ku îktîdar û muxalefet dijminatiya penaberan dike de êrişên wiha ji xwe dê bibin. Ji bo van êrişan, çirûskeke pir biçûk jî bes dike. Di hiqûqê de rêgeza ‘şexsîbûna sûc’ heye. Lê dema sûriyeyiyek sûcekî dike, tevahiya sûriyeyiyan hedef tên girtin. Ev jî dike ku ceza civakî bibe. Li gorî daxuyaniya wezareta karên hundir, piraniya kesên hatine binçavkirin, di demên berê de sebiqeyên wan hene. Heta yên ji tacîzê sabiqeya wan heye jî hene. Tiştekî pir tirsnak e ku ewqas mirov ji ber tenê yek meseleyê wiha êriş bikin û ev êriş li tevahiya welat belav bibe. Sedema vê jî nefreta civakî ya ji zû ve ye hatiye afirandin. Hedefa ewil jî penaber in, bi taybetî penaberên sûriyeyî.”    'DI BIN PARASTINA HINEK KLÎKÊN EŞKERE DE TÊN KIRIN’    Çapar, anî ziman ku êriş li gelek bajaran bi awayekî hemwext hatine kirin û ev jî îxtîmala ku ev êriş bi organîzeyîbin çêdike. Çapar, wiha got: “Di êrişên lînçkirinê yên bi vî awayî de hinek çavkaniyên din ên motîvasyonê hene. Ev jî talan e. Ev jî xwedî dîrokekê ye. Li ser vê xakê êrişên 1915, pogroma Edîrneyê, êrişên 6-7’ê îlonê, Mereş, Çorum, Gazî, Madimak û hwd. çêbûn. Dema mirov li van dinêre, ev êriş ji hêla klîkên eşkere ve hatine kirin. Herî dawî di êrişa li Altindagê de vîdeo hene ku polîs êrişkaran araste dikin. Êrişên heyî nîşan didin ku li ser vê xakê tu mafên ne yên tirk tune ye.”    'PENABER JI BO ÎKTÎDARAN HÊZA KAR A ERZAN IN’    Çapar, diyar kir ku îktîdar penaberan weke hêza kar a erzan dibînin û wiha pê de çû: “Tu dibêjî bêkarî heye, ew dibêje ‘penaber bi erzanî dixebitin.’ Dê bibêjî qey penaber bi dilxwazî bi erzanî dixebite. Tu dibêjî ‘kirê zêde bûne’, dibêje ‘ji ber penaberan e.’ Meseleya esasî ew e ku mafên penaberan nas nakin. Li gel ku di heman çîna bindest de cih digirin jî berê wan didin penaberan. Di vê rewşê de tenê patron qezenc dikin. Îktîdar dixwazin tevahiya penaberên li ser rûyê erdê weke hêza kar a erzan bimînin.”    'PENABERAN WEKE SEDEMA KRÎZAN NÎŞAN DIDIN’    Bi domdarî Çapar destnîşan kir ku Tirkiye mecbûr e penaberan biparêze û wiha pê de çû: “Lê polîtîkayeke penaberan a Tirkiyeyê tune ye. Îktîdara heyî, zêdetir li dijî Ewropayê weke şantajekê bi kar tîne da ku bertîlê bistîne. AKP, penaberan weke amûrekî bi kar tîne. Tirkiye tu krîzên xwe yên piralî çareser nake û penaberan weke çavkaniya krîzan nîşan dide.”    'DUH KURD BÛN ÎRO JÎ BÛN PENABER’   Di berdewamê de Çapar anî ziman ku îktîdar û serdest her tim pêdivî bi objeyeke nefretê dibînin û ev nirxandin kir: “Hewl didin krîzên xwe bi vî awayî çareser bikin. Di salên 90’î de kurd weke sedema pirsgirêka dihatin nîşandan. Niha jî bi heman argumanan êrişî penaberan dikin. Aktor diguherin lê êrişkar, êriş û polîtîka naguherin. Bêguman di bingeha vê de berjewendiyên çînî hene. Îktîdar, ji bo cihê xwe saxlem bikin penaberan û kesên din weke objeya nefretê bi kar tînin. Êrişên li Sûriye û vê derê weke ku ne girêdayî hev bin tên nîşandan lê dê encamên wan ên li Tirkiyeyê li dijî penaberan nebaş bin. Ev rewş dê rê li ber êrişên li dijî penaberan vekin. Tirkiye li Sûriyeyê hêzeke dagirker e û divê tavilê ji wir derkeve. Divê gelên vî welatî vê daxwazê bikin.”   NÎQAŞÊN SER ‘ASAYÎBÛNÊ’   Çapa, got ku li Sûriyeyê rewşa şer sivik dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Hêdî hêdî hewl didin bikevin pêvajoya avakirinê. Tirkiye ya di nava krîzên piralî de jî dixwaze ji hêla înşaetê ve bikeve Sûriyeyê. Sedema daxwaza asayîbûna bi Sûriyeyê re jî ev e. Gotinên asayîbûnê ji hêla komên çekdar ên li Sûriyeyê erênî nehat pêşwazîkirin. OSO bi Tirkiyeyê re tevddigere û gotinên Erdogan di nava wan de weke firotinê hat pêşwazîkrin. Dê wan û Esad bînin beramberî hev. Lewma li dijî Tirkiyeyê bibertek in. Dê encamên vê bertekê yên erênî nebin. Dê di rojên pêş de hêj xerabtir bibe. Çareserî ew e ku tevahiya mafên penaberan bên qebûlkirin û mercên wekhev ên jiyanê bên avakirin. Heke ev yek pêk bê dê nêrîna li hemberî penaberan jî biguhere.”    MA / Semra Turan