Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne 2024-07-03 11:01:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer ê gotinên “asayîbûnê” yên di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê de nirxand, wiha got: “Heke hikumeta Şamê bibejê ‘em bi hevkirin an jî diyalogên siyasî re ne’ em jî amade ne.”   Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer derbarê daxuyaniyên hikûmeta Şamê û dewleta tirk, hevdîtinên tê gotin di navbera wan de çêbûne û xwepêşandanên li herêmên dagirkirî de ji ANHA’yê re axivî.    Hesen Koçer bibîrxist ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dewleta tirk sîstema Sûriyeyê tawanbar kiriye, Beşar Esad mîna dîktatorekî nîşan daye û got: “Armanc ji van gotinan ew bû ku kesên muxalefetê bîne cem xwe, rêxistin bike û mudaxileya Sûriyeyê bike. Hemû xistin bin kontrola xwe û bi rêya wan mudexeleyî Sûriyeyê kir. Ji bo xirabkirina rewşa Sûriyeyê çeteyên wekî DAIŞ, Cebhet El Nusra bikar anîn.”   Koçer bal kişand ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkbirina hemû êrişan re Sûriye parastiye, heke berxwedanî nebûya, wê hikûmeta Sûriyeyê nehatiba parastin. Lewma piştî têkçûna DAIŞ`ê êdî dewleta tirk raste rast mudaxile kiriye; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagir kiriye.   Koçer da zanîn ku dewlta tirk şoreş ji rê derxistiye, lê hemû planên wê jî pêk nehatine, ji ber vê yekê siyaseta xwe ji sedî 80 guhertiye, dixwaze bi rêya hikûmeta Şamê projeyên xwe pêk bîne û got: “Dixwaze hikûmeta Şamê bikişîne aliyê xwe û bixapîne. Ji hikûmeta Şamê re dibejê; `Em bi yekbûna erdê Sûriyeyê re ne, divê em xwe bikin yek ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şer bikin, hûn çi dixwazin em ê bikin.”   `ME HIŞYARÎ DA BÛ KESÊN NIHA XWEPÊŞANDAN DIKIN`   Hesen Koçer anî ziman ku li ser lîstokên dewleta tirk ji destpêkê ve hêzên ser muxelefetê tevdigerin hişyar kiribûn, lê ew nehatin guhdar kirin û wiha pê de çû: “Ji destpêkê ve me ji kesên ku îro li dijî dewleta tirk li herêmên dagirkirî rabûne serhildanê re got ‘Dê we bikar bînin, kes wekî me dewleta Tirk nas nake. Ger hûn Sûriyeyî ne werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi komploya dewleta tirk neyên xapandin, dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe we bikar tîne.’ Îkna nebûn, lê tiştên me gotin îro derdikevin holê. Dewleta tirk henekên xwe bi wan kirin. Îxaneta ku dewleta tirk li wan kiriye dîtin û ji ber wê jî li hemû bajaran rabûne xwepêşandanê.”   `HELWESTA ŞAMÊ YA DESTPÊKÊ BAŞ BÛ`   Koçer bal kişand ku li hemberî planên dewleta tirk helwesta hikûmeta Şamê ya destpêkê baş bû, netewî bû û wiha dom kir: “Digotin ‘heke dewleta tirk ji erdê Sûriyeyê dernekeve em pê re hevdîtinan nakin.` Ev helwestek zelal bû, lê ger vê helwestê nedomîne dê Sûriyeyê bixusirîne. Heke bi dewleta tirk re peyman çêbike wê dagirkirina axa xwe rewa bike.”    `DIVÊ ŞAM BIBÎNE`   Hesen Koçer da zanîn ew wekî Rêveberiya Xweser bi hêvîne ku Şam bi Enqere re li hev neke û bi van gotina bal kişand ser xeteriyan: “Çawa muxelefetê winda kir wê Sûriye jî winda bike. Duh ji Beşar re digot `dîktator` îro dibejê `Emê bi Beşar re rûnin`. Dixwazin hikûmeta Şamê li dijî kurdan û hêzên demokratîk têxin eniya şer. Armanca dewleta tirk ew e ku lihevkirinê ji bo êrişa ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikar bîne. Di rewşeke wiha de dê tiştekî Sûriyeyê nemîne. Divê Şam bibîne ku dê Sûriye ber bi perçebûneke mezin ve biçe. Hewil dide bi Iraq û Sûriyeyê re tifaqan çêbike û wan tevli vê projeya xwe bike. Heke her du dewlet bi dewleta tirk re lihev bikin, dê her du dewlet bixusirin.   Di texmîna min de di navbera Şam û Enqere de lihevkirinek çêbûye. Lê asta wê çiye ne diyar e. Beriya niha jî têkiliyên wan di asta ewlekariyê de hebûn û civînên wan çêbûne. Iraq dixwaze delweta Tirk û Sûriyeyê bîne cem hev. Ev ne rast e, dê krîzên gelek cidî li Iraq û Sûriyeyê derkevin. Hinek tifaq çêbûne, em hêvî dikin ew tifaq ne li ser hesabên xwîna gelên Sûriyeyê bin, ne li ser hesaba radestkirina perçeyên axa Sûriyeyê ji dewleta tirk re bin.”   `EM LI SER BEYANNAMEYA XWE NE`   Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber bi bîr xist ku wan ji bo çareseriyê di nîsana 2023`an de beyannameyek belav kiriye û niha jî ew li ser wê ne. Hesen Koçer diyar kir ku ew dikarin ji aliyê aborî, siyasî, ewlekariyê ve pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin û wiha got: “Me xwe ji Şamê qût nekiriye û heta niha çûyîn û hatinên me hene. Lê divê Şam dest ji nêzîkatiyên wekî `Rêveberiya Xweser xetere` berde. Em ne xeterî ne jî dijminên Sûriyeyê ne. Em ê Sûriyeyê ava bikin. Me ji wan re got em dikarin bajarên ku hatine dagirkirin bi artêşa Sûriyeyê re rizgar bikin.   Divê hikûmeta Şamê zanibe heke bi Tirkiyeyê re tifaqeke dijber çêbike, dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li berxwe bide. Ger bibejê `Em bi lihevkirin an jî diyalogên siyasî re ne` em jî hazir in.”   Hesen Koçer di dawiya nirxandinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirkiye her cihêk Sûriyeyê xirab kiriye, lewma divê hemû gelên Sûriyeyê dijî planên wê helwest nîşan bidin.