Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê 2024-07-03 11:17:56   ÊLIH - Çalakvanên “Meşa ji Îradeyê re Rêzgirtin” ku li dijî qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê duh gihîştibûn Êlihê û ji vir ber bi Wanê ve derketin rê.    DEM Partiyê ji Stenbolê û Îzmîrê “Meşa ji Îradeyê re Rêzgirtin” a li dijî qeyûmê tayînî ser Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin, dan destpêkirin, duh gihîşt Êlihê û meşvan bi girseyî hatibûn pêşwazîkirin. Meşvan li ber avahiya DEM Partiyê ya Êlihê kom bûn û ber bi Wanê ve derketin rê. Wê meşvan li Wanê bên pêşwazîkirin û meşa girseyî ji bo 6 rojan ber bi Colemêrgê ve bê destpêkirin.    Di dema oxirkirina meşvanan de Hevsreoka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û peyama ew ê teqez bi ser kevin da û heta ew qeyûman ji Kurdistanê derxin dê li ber xwe bidin.    Meşvan bi berzkirina dirûşman, lêdan çepikan û lîlandinê derketin rê.