Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e 2024-07-03 12:09:36   STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di daxuyaniya dane de anîn ziman ku ew ê girtiyên 1’ê Gulanê bigirin û da zanîn ku ew ê li hundir û derve berxwedana xwe bidomînin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê beriya danişîna girtiyên 1’ê Gulanê, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan. Danişîna 82 kesên ku 52’yê wan girtî tên darizandin dê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin.    Nûnerên gelek partiyên siyasî, sazî, avabûn û nûnerên sendîkayan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ber bi 1’ê Gulanê, Taksîmê ve, ji girtiyan re azadî” hate vekirin û dovîzên li ser “Karker, xwendekar di girtîgehê de ne”, “Em ê azadiya xwe, Taksîmê û hevalên xwe bistînin”, “Ji girtiyên 1’ê  Gulanê re azadî” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Xelasî nîn e bi tena serê xwe, an bi hev re an tu kesî me”, “Her der 1 Gulan, her der berxwedan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Ber bi 1’ê Gulanê, Taksîmê ve, ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin.   Ser navê girseyê Mehmet Çalasin axivî. Çalasin destnîşan kir ku wan piştî 1’ê Gulanê çalakiyên cur bi cur li dar xistine û ev tişt gotin: “Hêj ku nîqaşên ser qanûna qetilkirina ajalên li kolanan didomiya, bi têkoşîna rêxistinên mafên ajalan û ekolojiyê, teklîf berî ku were, hate taloqkirin. Ji momesteyên dibistanên taybet heya karkerên Şaredariya Çîgliyê; ji karkerên fabrîkaya Krîstal Yagê heya karkerên Lezîtayê, çalakî nesekinîne. Li dijî qeyûmê tayînî Colemêrgê kirine li her derê çalakî didomin. Di 29’ê hezîranê li Qada Kartalê de dengê girtiyên 1’ê Gulanê, girtiyên Geziyê û Kobanê bi dengê gelê Colemêrgê re li Stenbolê gihişte hev. Ev gihiştina hev riya serkeftinê jî nîşan dide.”    ‘BERXWEDAN SÛC NÎN E’   Çalasın da zanîn ku ew ê girtiyên 1’ê Gulanê bigirin, li hundir û derve têkoşînê bidomînin û wiha derbirî: “Di 1’ê Gulanê de ber bi Taksîmê meş li dar xistin, îrade, bawerî û nasnameya xwe parastin, li hemberî vê pergala li mirovan birçîbûn, xizaniyê û şer ferz dike derketin û têkoşîn sûc nîn e. A sûc tevahiya barîkatên Kemera Bozdoganê, ferzkirina mirinê ya teqawîtan, polîtîkayên şer, dijbertiya panaberan, pergala ku mirovan ji hev re dike evd e.”