Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin 2024-07-03 13:43:47   AMED - Midûriyeta Polîsan a Bismilê bi hinceta ku avahiya ku DÎSKÎ lê xizmet dikir aydê wane da valakirin.    Avahiya ku li navçeya Bismil a Amedê weke Nexweşxaneya Dewletê ya kevn tê zanîn û ji sala 2022’yan û vir ve weke avahiya xizmetê ya Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) tê bikaranîn, bi hinceta ku aydê Midûriyeta Polîsan a Bismilê ye hate valakirin. Şaxa DÎSKÎ’yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku gelek personel lê dixebitin û xizmeta nifûseke 120 hezaran dike ji ber cih peyda nekir li odeyeke Şaredariya Bismilê hate bicihkirin. Balkêş e ku avahiya di serdema qeyûman de dihate bikaranîn, piştî ku DEM Partî hat ji aliyê midûriyeta polîsan ve hate valakirin.    Di odeyeke teng de xizmeta yekeyên weke vezne, abone û tehaqûqê tê dayîn û ji bo ku ji yekeyên têkiliyên bi gel re, tîmên teknîkî, midûriyeta şaxa DÎSKÎ’yê, nivîsgeha taybet, sayaç û qeçaxa winda cih nehate peydakirin, dayîna xizmetê ya van yekeyan zehmet dibe.    Bi tayînkirina qeyûm a di sala 2017’an de li Şaredariya Bismilê re avahiya xizmetê dewrî Midûriyeta Polîsan a Bismilê hatibû kirin. Di serdema qeyûm de avahiya Navenda Jinan a Nûjînê jî weke avahiya xizmetê ya şaredariyê dihate bikaranîn.