DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin 2024-07-03 13:58:32   AMED - DFG’ê bertek nîşanî cezayên li rojnamegerên kurd hatine birîn da û wiha got: “Em wek rojnamegerên kurd ên ku ev 30 sal in li dijî bombebaran, qetilkirin û girtinan dest ji nivîsandina rastiyê gavekî jî paş de nemane, dê li hember vê biryarê jî gavekî paş de neavêjin.”    Di çarçoveya lêpirsînekî navenda wê Enqereye de di 29’ê cotmeha 2022’an nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatibûn binçavkirin, 6 meh girtî man û cezayê hevsê li wan hate birîn. Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekî nivîskî bertek nîşanî cezayên hatine birîn da û wiha got: “Di doza li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatiye lidarxistin de derbarê Dîren Yûrtsever, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim û Oznur Degerê de 6 sal û 3 meh cezayên hefsê hatin birîn, rojnamegerên din jî bereat kirin.”    ‘EM Ê PAŞ DE GAV NEAVÊJIN’   DFG’ê di daxuyaniyê xwe de da zanîn ku desthilat careke din bi destê darazê dixwaze rojnamegeran bêdeng bike û ev tişt gotin: “Taybetî jî dixwazin ku rojanmegerên kurd bînin asta ku nikaribin karên xwe bikin. Nexwe ne pêkan e ku bi îfadeyên şahidekî çêkirî û ji ber nûçeyên ku çêkirine derbarê rojnamegeran de pênaseya 'endamtiya rêxistinê' bikin. Bi vê dozê peyama cezakirinê dide  rojnamegerên ku ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîdê disekinin û tînin rojevê. Em carekî din diyar dikin ku bi vê cezaya ku dixwaze heqîqetê veşêre dê rojnamegerî neyê darizandin. Em wek rojnamegerên kurd ên ku ev 30 sal in li dijî bombebaran, qetilkirin û girtinan dest ji nivîsandina rastiyê gavekî jî paş de nemane, dê li hember vê biryarê jî gavekî paş de neavêjin. Em ê di her şert û mercan de nivîsandina rastiyê bidomînin. Em bang li hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran dikin ku li dijî van biryarên darazê, helwest nîşan bidin. Em bi hev re rûmeta rojnamegeriyê biparêzin, bi hev re têbikoşin.”