Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir 2024-07-03 16:09:20   ENQERE - Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, bi rojeva destûra bingehîn a nû bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin. Kûrtûlmûş, di çarçoveya hevdîtina destûra bingehîn a nû de beriya niha bi nûnerên partiyên u di Meclisê de komên wan hene re hevdîtin kiribû. Kûrtûlmûş, dest bi hevdîtina nûnerên partiyên siyasî yên di Meclisê de komên wan nînin jî kir.    Kûrtûlmûş, di vê çarçoveyê de li odeya Meclisê bi Hevserokên Giştî Ûçar û Bayindir re hevdîtin kir. Hevdîtin nêzî saetekê berdewam kir. Hevserokên Giştî di hevdîtinê de bal kişandin ku li gorî destûra bingehîn nayê tevgerandin û destnîşan kirin ku divê bêhiqûqiya pêk tê ji holê bê rakirin. Hevserokên Giştî her wiha diyar kirin ku li ser rêgezên demokratîk dê tevkariyê li destûra bingehîn a nû bikin.    Hevdîtin piştî danûstandina nêrînan bi dawî bû.