Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan 2024-07-03 16:10:34   STENBOL - Di 1’ê Gulanê de 12 kesên dixwestin tev li pîrozbahiya li Taksîmê bibin hatibûn girtin. Danişîna ewil a girtiyan hat lidarxistin. Dadgehê ji bo 8 girtiyan biryara tehliyeyê da.    Di 1’ê Gulanê de welatiyan xwestin li Taksîm a Stenbolê pîrozbahiyê li dar bixin û gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 12 jê hatibûn girtin. Danişîna ewil a girtiyan ku 4 jê negirtî û 8 jê girtî tên darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Girtî bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan a hejmar 2911”, “Muqavemet”, “birîndarkirina biqesdî” û “zirardayîna mal” hatin tawanbarkirin. Kesên tên darizandin, parêzerên wan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqê, pêkhateyên Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê tev li danişînê bûn.    Kesên di dozê de tên darizandin parastinên xwe kirin. Di parastinên xwe de gotin ku ew ji bo xwedîderketina li mafên xwe, di çarçoveya qanûnan de li qadê bûn. Girtiyan anî ziman ku mafê wan heye ku pirsgirêkên xwe li qadan bînin ziman.    Piştre jî li îfadeyên 12 polîsên weke gilîker di dosyayê de cih digirin hatin guhdarîkirin.    DAXWAZA BERAETÊ   Parêzer Erman Ozturk, Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê parêzer Ezgî Onalan û parêzerên din jî wateya 1’ê Gulanê vegotin û bikaranîna mafên Destûra Bingehîn sûc nîne û xwestin tevahiya kesên tên darizandin bên berdan.    BIRYARA TEHLIYEYÊ   Piştî parastinan, dozger xwest rewşa girtî bidome. Şandeya dadgehê daxwaza biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê ya ji bo Qada Taksîmê xwest û biryara berdana 8 kesên girtî da. Di heman demê de dadgehê biryar da ku biryara kontrola edlî ya derheqê her 12 kesan de were rakirin, ji Walîtiya Stenbolê û Qeymeqamtiya Fatîhê re muzekkere were nivîsandin û biryara qedexekirina 1’ê Gulanê were pirsîn. Danişîna dozê taloqî 7’ê çileyê hate kirin.