Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ 2024-07-03 16:29:40 WAN -Li dijî tayînkirina qeyûma a ji bo  şaredariya Colemêrgê stargeha ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya 6 rojan li Wanê hat dayîn.   Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEMPartî) li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê Starta “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” ya dê 6 rojan bidome li Wanê da. Yên ji Marmara û Egeyê, ji Enqere, Edene, Êlih, Amed, Mûş, Elezîz, Bedlîsê hatin Wanê,. Girse li vir derbasî meşê bûn û çûn Parka Musa Anter. Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenter, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tevli daxuyaniyê bûn . Di daxuyaniyê de  pankartên ‘ “Ên ku welatê me dişewitînin, wê di Agirê Çaran de bişewitin”, “Heviya cîhanê di hemû dilan de ye nayê tecrîdkirin”, “Li dijî xayînan birûskên asîmanan” hatin vekirin û dirûşmeyên ‘Em rê nadin qeyûm’, ‘Colemêrg ya me ye’ berz kirin.   Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û da zanîn ku divê biryara der barê Colemêrgê de hatiye dayîn demildest şûnde bê kirşanidn û got: “Dest ji vê nêzîkatiya dijhiqûqî dij demokratîk berdin. Mehmet Siddik Akiş berdin. Ger hûn bixwe bawer dikin namzetên xwe di hilbijartinên din de derxin pêş me. Bi walî, burokrat, qeyûman bên, gel kê hilbijêre em rêzdarî nîşan didin. Berovajî  vê wê bi welat bide windakirin. Ma tiştekî wisa dibe. Em li dijî îradeyê dimeşin. Em nobetê dibin. Emê têkoşîna xwe bidomînin. Demildest dest ji vê şermê berdin. Ev şerma Tirkiyeyê ye.”   Piştî daxuyaniyê starta meş a6 rojan hat dayîn û girse bi dirûşmeyên ‘Colemêrg ya me ye’ derbasî meşê bûn. Tê plankirin ku meşvan îro 20 kîlometreyî bimeşin û bigihêjin navçeya Payîzava ya Wanê.