DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand 2024-07-03 16:39:05   ENQERE - DEM Partiyê li ser rêjeya zêdekirina bihayê kirêyan rêjeya enflasyonê ya TUÎK’ê derewand.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê yên meha hezîranê daxuyaniyeke nivîskî da.    RASTIYÊ VENABÊJIN   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rêjeyên enflasyonê yên mehane û salane yên TUÎK’ê û hat gotin ku TUÎK bûye aparata îktîdara AKP-MHP’ê. Bi domdarî hat gotin ku TUÎK rastiya nabêje, daneyan li ser maseyê hazir dike, ji hêla îktîdarê ve tê bikaranîn. Daxuyanî wiha dom kir: “Li cihekê Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek kêmtirîn mûçeyê zêde dibîne kes li wê bendê nîne ku rêjeyên enflasyonê cuda derkevin. Hêza kirînê ya kedkar, teqawid û yên kêmtirîn mûçeyê werdigirin roj bi roj kêmtir dibe. Zemên ji bo ceyran û sotemeniyê taloqî piştî 25’ê hezîranê hatin kirin. TUÎK bi van daneyan bi eşkereyî sûc kiriye. Mafê bi milyonan kedkar, teqawid, bêkar û stajyeran bi rêya TUÎK’ê ji hêla îktîdara AKP-MHP’ê ve hatiye xespkirin.”    LI SER RÊJEYA ZÊDEKIRINA HEQÊ KIRÊYAN BERSIV DAN    Di daxuyaniyê de rêjeya Endeksa Bihayê Mezêxer (TUFE) jî hatin vegotin û wiha hate gotin: “Rêjeya zêdekirina kirêyan ji sedî 25’ê derxistin ji sedî 65’ê. Tenê di serdema çile-gulanê de ji mûçeyê kesekê kêmtirîn mûçeyê digire ji sedî 25 heliyaye. Dema em vê didin ber çavan dibînin ku îktîdara AKP-MHP’ê mafê cihê hewînê yê gel jî xesp kiriye. TUÎK, daneyên xwe li gorî hedefên îtkîdarê parve dike. Em van rêjeyên nerast ên TUÎK’ê qebûl nakin. Îktîdara AKP-MHP’ê ku roj bi roj kedkaran neçarî xizanî û hejariyê dike dê hesabê bide.”