Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e 2024-07-04 09:01:35   ŞIRNEX - Derket holê ku ji bersûcên doza JÎTEM'ê cerdevanê berê Kamîl Atak, 2 qatên qaçax li ser otêla xwe ya li Cizîrê çêkiriye.    Derket holê ku Kamîl Atak ê ku di salên 1990'î de li navçeya Cizîra Şirnexê tiliya wî di cinayetên kiryar nediyar de hebû û demekê ji doza JÎTEM'ê di girtîgehê de ma, 2 qatên qaçax li ser otêla xwe çêkiriye. Atak, piştî qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de li Cizîrê hatin ragihandin, bi piştgiriya dewletê otêl çêkir. Otêla ku di plana îmarê de 6 qat xuya dike, di sala 2018'an de hat vekirin. Cîgirê Waliyê Şirnexê yê wê demê Tûnahan Efendîoglû, Qeymeqamê Cizîrê û qeyûm Faîk Arican û gelek polîs û leşker tev li merasîma vekirina otêlê bûn. Saziyên çapemeniyê yên nêzî desthilatê jî vekirina otêlê bi sernavê "Teror hat paqijkirin, 7 otêla bi 7 milyonî hat vekirin" serwîs kirin.    Paşê 2 qatên din jî li ser otêla Atak hatin çêkirin. Di dema qeyûma dawî Nazli Demîr de tîmên şaredariyê ji dêvla tevahiya otêlê tenê qatên qaçax mohr kirin. Lê tevî mohrkirinê jî avahiyên qaçax hatin bikaranîn.    Li gor agahiyên bi dest ketin; Atak, piştî erdheja bi navenda xwe Mereş ku di 6'ê Sibatê de çêbûbû, di çarçoveya efûya îmarê de ji bo ruxsetê serî li Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayinî wê hatibû kirin daye. Hat hînkirin ku dosyeya Atak hê jî li şaredariyê ye.