Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan 2024-07-04 09:02:10   ÎZMÎR - Ayhan Azgin ê 70 salî yê di Girtîgeha Kiriklarê de, 3 meh in di hucreya yekkesî de ye. Daxwaza Azgin a ji bo çûna qawîşa girtiyên siyasî jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta "Dosye ne giran e. Em nikarin te bibin qawîşa siyasiyan. An tu yê biçî nava kesên serbixwe an jî tu yê di hucreya yekkesî de bimînî."    Ayhan Azgin ê ku li Îzmîrê di sala 2018'an de ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal hat binçavkirin û di 29'ê adarê de hat girtin, li Girtîgeha Kiriklarê di hucreyê de ye. Daxwaza Azgin a ku piştî hat girtin xwest biçe nava kesên siyasî, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta "An tu yê biçî nava kesên serbixwe an jî tu yê di hucreya yekkesî de bimînî." hat redkirin. Azginê ku çûna qawîşa kesên serbixwe qebûl nekir, xistin hucreyê.    Azgin ê ku rêveberiya girtîgehê ew xist hucreya yekkesî vê helwestê qebûl nekir û rojiya mirinê da destpêkirin, lê di roja 20'emîn de ji ber tenduristiya xwe greva xwe bi dawî kir. Rêveberiya girtîgehê, ji bo du daxwaznameyên Azgin ên ji bo guherandina qawîşê jî got "Dosye ne giran e. Em nikarin te bibin qawîşa siyasiyan."   REWŞA TENDURISTIYA WÎ   Azgin ê ku gelek nexweşîn lê peyda bûne niha li hemberî tansiyon, nexweşîna pişikê, çav û gurçikan li ber xwe dide.    Şîlan Azgin têkildarî tenduristiya bavê xwe axivî û wiha got: "Bi awayekî sîstematîk îşkenceya derûnî li bavê min dikin. Em ji ber vê rewşê nerihet in. Rêveberiya girtîgehê nebaş nêzî bavê min dibe. Gava diçe voltayê jî bi tena serê xwe diçe. Nahêlin kes biçe cem wî."    Azgin xwest daxwaza bavê wê ya ji bo guherandina qawîşê bê qebûlkirin û got: "Em ji ber jiyana wî bi fikar in. Bavê min 70 salî ye û extiyar e. Em dixwazin daxwaza wî bê qebûlkirin û dawî li vê muameleya xirab a li bavê min tê kirin bê."