Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê 2024-07-04 09:02:54 STENBOL - Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok ku cezayê li 8 rojnamevanan hat birîn şermezar kir, diyar kir ku divê tu kes li hemberî vê bêdeng nemîne û rojnamevan Încî Hekîmoglû jî got: "Divê rojnamevan bi hev re tevbigerin."  Di doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtserver, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS' Habîbe Eren û Ozbûr Deger û stajyerê berê yê MA'yê Mehmet Gunhan de biryar hat dayîn. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê, der barê Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan de biryara beraetê da. Lê li 8 rojnamevanên din jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê bertek nîşanî vê biryarê dan.    Medya ve Hukuk Çalışmaları Derneği (MLSA) Eş Direktörü Veysel Ok ve Gazeteci İnci Hekimoğlu verilen bu kararın hukuksuz olduğunu belirtti.   ‘LI DIJÎ DARIZANDINÊN BÊHIQÛQÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR'    Veysel Ok diyar kir ku desthilat li hemberî rojnamevanên kurd tim polîtîkaya çewisandinê pêk tîne û got ku di dozên rojnamevanan de tê xwestin ku civakê çavtirsandî bike. Ok got: "Desthilat dixwaze bi awayê xwe desthilatê bi rê ve bibeç Bi tu awayî naxwaze mirov mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne û nûçeya vê bê çêkirin. Desthilat naxwaze karên wê yên derqanûnî bên bihîstin. Navgîna herî girîng a vê yekê jî rojnamevanî ye. Ev yek, deshilatê nerihet dikeç Bi van cezayan dixwaze rojnamevanan çavtirsandî bike."    Ok li dijî darizandinên bêhiqûqî îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar kir û got ku tenê ne rojnamevan divê muxalefet jî li dijî van bêhiqûqîtiya deng derxîne. Ok wiha domand: "Li dijî hemû zextan têkoşîna hevpar girîng e. Li vir bar dikeve ser milê hemû rojnamevanan. Divê li dor hev bibin xelek. Divê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî demildest li dijî van darizandinên bêhiqûqî bertekê nîşan bidin. Ji lew re darizandina rojnamevanan civakî ye. Lewma divê her kes li dijî vê rabe."    Rojnamevan Încî Hekîmoglû jî anî ziman ku Çapemeniya Azad ji aliyê darazeke serbixwe ve nayê darizandin û got ku lê tevî hemû bêhiqûqîtiyan jî wê rojnamevan hebin. Hekîmoglû destnîşan kir ku divê heû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîk li dijî vê darizandinê bertek nîşan bidin û got: "Divê rojnamevan bi hev re tevbigerin."