Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin 2024-07-04 09:41:18   STENBOL - Viyan Tekçe ya li Stenbolê hevdîtinên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûm bi dawî kirin, diyar kir ku têkiliyên wê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û TBB'ê re dê bidomin û anî ziman ku pirsgirêka qeyûm pirsgirêka Tirkiyeyê ye.    Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ya tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û dûrxistina ji wezîfeyê ya Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş û hevdîtinên xwe yên li Stenbolê nirxandin, bi lêv kir ku bêhiqûqiyên bi hilbijartinê dest pê kirin bi darbeya li vîna gelê Colemêrgê encam girtin. Tekçe, axaftina xwe wiha domand: “Desthilatê di pêvajoya hilbijartinê de hemû çavkaniyên dewletê ji bo xwe bikaranîn. Saziyên dewletê ji bo vê hilbijartinê seferber kirin. Tevî van hemûyan gelê Colemêrgê vîna xwe danî holê û di hilbijartinan de deng dan me.”   Tekçe, bi bîr xist ku bi tayînkirina qeyûm a dawî ya li Şaredariya Colemêrgê cara 3’yemîn qeyûm hate tayînkirin û got: “Navê vê darbeya siyasî ye, dagirkerî ye, penasekirineke din nîne. Ji roja ewil ku qeyûm gav avêt şaredariyê , şaredarî di bin dorpêçê de ye. Li dora wê polîsên çevîk û gelek polîs hatine bicihkirin. Em û endamên me yên meclisa şaredariyê nêzî şaredariyê nekirin. Şaredariyeke ku ya gel e ji gel re girtin.”   ‘DESTHILAT AMADEKARIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ DIKE’    Tekçe, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm di nava gel de rê li ber hêrseke mezin vekiriye û gel bertek nîşanî vê yekê dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat amadekariya şerekî navxweyî dike. Ji bo bingeha vê yekê ava bike, ji bajarên sînor dest pê dike. Em jî dê teqez destûrê nedin vê yekê. Em ê ji bo şaredariyên xwe bigirin heta dawiyê şer bikin. Em dizanin ku hemû polîtîkayên şer li ser şaredariyên li ser sînor bi rê ve dibe. Colemêrg ji bo AKP’ê gelekî girîng e ji bo ku bajarekî ku sînorê wê bi du welatan re heye, plan dike ku hemû amadekariyên şerê navxweyî ji vir bi rê ve bibe.”   Tekçe, bi lêv kir ku piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tiryak û fihûş zêde bûye û wiha pê de çû: “Berê li Colemêrgê ne dihate zanîn ku fihûş û tiryak çiye, ligel qeyûman ev rewş gelek asayî bûye.”   ‘MAFÊ ME YÊ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ JI DESTÊ ME TÊ GIRTIN’    Tekçe ya anî ziman ku di tayînkirina qeyûman de hiqûq li Tirkiyeyê cuda li Kurdistanê cuda tê birêvebirin, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê şûna 15 şaredarên ku ji wezîfeyê hatin girtin meclisên şaredariyê şaredarên nû hilbijartin û wiha domand: “Di rewşeke asayî ku şaredarî were girtin jî meclisa şaredariyê di nava xwe de şaredarekî nû dihilbijêre, qanûn wiha tê bicihanîn. Lê desthilat şûna ku hiqûqê bicihbîne, bi lez û bez qeyûm tayîn kir. Helbet mesele ne tenê tayînkirina qeyûm e, mafê me yê bijartin û hilbijartinê ji destê me tê wergirtin. Ligel tayînkirina qeyûman ne tenê mafê min ê bijartin û hilbijartinê mafê hemû gelê Colemêrgê yê bijartin û hilbijartinê ji destê wî hate wergirtin. Em vê qebûl nakin. Waliyê Colemêrgê ji bo me pûç û vala ye. Divê êdî dest ji feraseta xwe ya desteserkirin û diziye ya qanûnên xwe bi xwe jî nas nakin bê berdan.”   Tekçe, bi lêv kir ku qeyûman saziyên jinan, çanda kurd hedef digirin û ji aliyê qeyûman ve mêrek tayînî Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Binevşê hate kirin û hate pasîfkirin û bi bîr xist ku navê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran weke Rengî Hakkarî hatiye guhertin.    ‘PEYAMA HEVKARIYÊ Û DENGÊ JI STENBOLÊ TÊ GIRÎNG E’    Tekçe, diyar kir ku ji piştevaniya dema di hevdîtinên Stenbolê de hate nîşandan keyfxweş in lê divê ev piştevanî hêj zêdetir bê mezinkirin û ev tişt got: “Yek ji bajarên me yê herî zêde dengê xwe ji bêhiqûqiyan re derdixîne Stenbol e. Em bi hêzên demokrasiyê, hiqûqnas, partiyên siyasî, nûnerên saziyan ên li vir re dan û standina fikran kir ku em dikarin li dijî bêhiqûqiyê hevkariyê û têkoşînê çawa mezin bikin. Herkesê fikir û pêşniyarên xwe pêşkeş kir, ev gelekî bi qiymet e. Piştevanî û dengê ji Stenbolê hat ji aliyê hevkariya têkoşînê ji bo me girîng e. Bûyîna li vir ji aliyê demokrasiya Tirkiyeyê ve gelekî girîng e. Ji ber ku em dixwazin nîşanî herkesê bidin ku desthilat nikare me bêdeng bike. Ji bo ku dest ji van polîtîkayên qeyûm bê berdan, me têkoşînek da destpêkirin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Hevdîtinên me yên li vir erênî derbas bûn. Me dît ku gel xwedî li vê têkoşînê derketin. Di gel de xwedî derketineke mezin heye.”   Tekçe, anî ziman ku di hevdîtinan de lihevkirinek çêbû ku divê her kes li dijî tayînkirina qeyûman hîn bêhtir dengê xwe bilind bike û got: “Ev deng têra vê zilma desthilatê nake. Divê gel zêdetir xwedî lê derkeve û vîna xwe deyne holê. Ev ne tenê pirsgirêka Colemêrgê ye, pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Îro Colemêrg sibê dê bandorê li hemû Tirkiyeyê bike.”   ‘EM BI HEV RE DENG DERXÎNIN’     Tekçe, ya têkildarî hevdîtinên xwe yên bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re agahî dan, wiha domand: “Hevdîtin êrênî derbas bûn. Wî bi xwe jî got qeyûm li Tirkiyeyê ji bo herkesê gefeke û dê vê bihiqûqiyê ji rayagiştî re bêjin. Me jî jê re got ku têkildarî xespa qeyûm em ji wî piştgiriyê hêvî dikin. Hevdîtinên me dê li gorî pêvajoyê û rewşa heyî berdewam bikin. Niha ne pêkane derbarê çarçoveya wê de agahiyê bidim. Li gorî pêvajoyê dê plansazî were kirin.”   Tekçe, da zanîn ku “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ya ji bo 6 rojan ji bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve hatiye dest pê kirin didome û dê mafên xwe yên protestoyê bikarbînin û bang li gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê kir ku li dijî qeyûm bibin deng.    MA / Esra Solin Dal