Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin 2024-07-04 11:12:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclisa Parlamenteran a KE’yê Laura Castel Fort destnîşan kir ku tecrîda ser Abdullah Ocalan tê sepandin li tu derekî cîhanê mînaka xwe nîn e û wiha got: “Li Guatemalayê jî pergelekî tecrîdê ya wiha nehatiye dîtin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîfa F ya Îmraliyê de bi bin tecrîdekî giran de tê ragirtin û ev 40 meh in tu agahî jê nayên girtin. Li dijî tecrîda zêdetirî 25 sal in ser Ocalan tê sepandin, saziyên navneteweyî bêdeng in. Çalakiyên di çorçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk ya di 10’ê cotmeha 2023’yan de wek navneteweyî hatiye destpêkirin berdewam dikin.   CPT BÊDENG E   Komîteya Pêşî Girtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê pêkanîn, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê.   Li dijî bêhiqûqiyê heyî gelek aliyên civakî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatin cem hev û di asta navneteweyî de pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' dan destpêkirin. Ev aliyên civakî, ji bo şikandina tecrîda girankirî xebatên xwe yên hiqûqî û dîplomatîk didomînin.   Yek ji navendên ku tecrîda Îmraliyê lê bû rojev, navenda Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû. Tevgera Dostatiya Navbera Gelan a li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) ku di binesaziya Neteweyên Yekbûyî de xebat dimeşîne, di çerçoveya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 18’ê Hezîranê de destpê kir û wê di 12’ê Tîrmehê de bi dawî bibe, bi konferansa ku lidar xist, bal kişand ser şert û mercên tecrîdê yên li dijî Abdullah Ocalan.   Yek ji qisekera vê konferansê Endama Meclîsa Nûneriya Spanyayê Senatora Katalan û Endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Laura Castel Fort e.  For têkildarê tecrîda li Îmraliyê  meşandin ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.    Laura Castel Fort, da zanîn ku şert û mercên tecrîdê yên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin ti eleqeya wê bi hiqûq û aliyê mirovî re nîne û wiha got, "Li gorî min li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê hatiye avakirin û hikûmeta li Tirkiyeyê jî ji rejîmeke tecrîdê pêk tê. Me di xebatên xwe yên beriya niha de bi awayekî zelal dîtibû ku Birêz Ocalan bi êşkenceyeke giran re rû bi rû ye."   ‘OCALAN DI BIN TECRÎDEKÎ GIRAN DE YE’   Senator Laura Castel Fort, destnîşan kir ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li cîhanê nîne û wiha domand, "Salên 1970-80'î li Guatemalayê jî sîstemek û rejîmeke bi vî rengî ya tecrîdê nehate dîtin. Di wan deman de jî her tim bi girtiyan re têkilî dihat danîn. Lê belê agahî ji Birêz Ocalan nehatiye girtin û di rewşeke tecrîdê ya giran de ye. Ev yek binpêkirineke giran a mafên mirovan e û bêdengî nabe."   ‘BÊDENGÎ PARASTINA ÎŞKENCEYÊ YE’   Laura Castel Fort, bêdengiya rayedarên navneteweyî ya li pêşberî bêhiqûqiya li Îmraliyê jî rexne kir û got, "Bêdengiya li pêşberî binpêkirineke bi vî rengî ya mafên mirovan, di rastiyê de tê wateya parastina berpirsyarê vê êşkenceyê. Saziyên navneteweyî yên weke Konseya Ewropayê û NY dibêjin ku ew li dijî binpêkirina mafên mirovan derdikevin, lê li pêşberî mijara Abdullah Ocalan hê jî bêdeng dimînin. Ev yek standartên dualî yên sazî û dewletan bi awayekî vekirî nîşan dide."