‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome 2024-07-04 12:10:03 WAN - “Meşa Rêzgirtina ji vînê re” ku ji bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve hatiye destpêkirin di roja 5’emîn de bi sirûdên ku beşdarvan dibêjin berdewam dike.   “Meşa Rêzgirtina ji vînê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam dike. Parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî di nav de 350 kes beşdarî meşê dibin. Meşvanên ku bi şev li Parka Nordiz a navçeya Payîzava ya Wanê man, berbanga sibê hişyar bûn. Meşvanên li qada navçeyê hatin bahev, li vir taştê xwarin. Meşvanên piştî xwarina taştê paqijiya hawîrdorê kirin, pişt re kom bûn û ber bi bajaroka Xoşebê ve bi rê ketin.    BI DIRÛŞM Û STRANAN MEŞIYAN    Meşvanan di meşê de strana “Gever e Gever e” û sirûda “Çerxa Şoreşê” gotin. Wesayîtên di rê de derbas dibûn jî li meşvanên ku dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” berzkirin korne lêxistin. Meşvanên li hin cihan sekinîn, ligel stranên li vir hatin lêxistin govend gerandin.    42 KÎLOMETRE TEMAM BÛ   Meşvanên piştî meşa 5 kîlometreyan mola dan, pişt re dîsa bi rê ketin. Meşvanên bi erbane û stranan meşa xwe domandin, pişt re li mezraya Tekmala Şêx Safiyeddîn 42 kîlometre temam kirin û ji bo xwarinê bixwin bêhna xwe vekirin. Meşvanên ku dê du saetan bêhna xwe vekin dê pişt re heta Tesîsên Bêhnvedanê yên Dogûyê ku dê bi şev li wir bimînin 5 kîlometreyên din bimeşin û îro temam bikin.