Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin 2024-07-04 12:10:45   ŞIRNEX - Îdianameya der barê rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun ê ji aliyê cerdevanan ve hatibû kuştin, hat amadekirin. Di îdianameyê de behsa ku bersûc bi çekan û plankirina kuştinê çûne cihê bûyerê nehat kirin. Di îdianameyê de hûnandina bûyerê ji bo ku bersûc cezayê kêm bigirin, hat nivîsandin.    Li gundê Taloka ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun û lawê xwe Abdurrahîm Gun di 11’ê kanûna 2023'yan de bi êrişa çekdarî ya cerdevanan ve rû bi rû mabûn. Ahmet Gun di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû û lawê wî Abdurrahîm jî birîndar bûbû. Der barê cerdevanên ku bûyerê pêk anîne îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de cerdevanê teqawid Enver Babat û Omer Yarar û Siddik Babat û lawê wî Ebûbekîr Babat bersûc in. Der barê van bersûcan de ji sûcên, “kuştina bi qestî” û “hewldana kuştina bi qestî” doz hat vekirin û ceza hat xwestin. Der barê Abdurrahîm Gun ku hê jî tedawiya wî didome de ji sûcê, “Siddik Babat bi qestî birîndar nekiriye” ceza hat xwestin.    Di îdianameyê de Enver û Ebûbekîr Babat negirtî, Siddik Babat girtî û Omer Yarar jî firarî hatine destnîşankirin. Îdianame ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin.    Di îdianameyê de tê dîtin ku nirxandinên parastina bersûcan hatine kirin û hewl tê dayîn bersûc bêceza bên hiştin.    Di îdianameyê de hûrguliyek din jî ew e ku li şûna bersûc ji sûcê “kuştina sêwirandî” bên darizandin û cezayê muebeda girankirî bigirin, sûcê “kuştina bi qestî” hatiye li wan hatiye vekirin û tenê cezayê muebedê tê xwestin.    Balkêş e ku îdianame li gorî zimanê bersûcan hatiye amadekirin û bersûc xwe diparêz in. Di îdianameyê de behsa ku bersûc bi çekan û plankirina kuştinê çûne cihê bûyerê nehat kirin. Di îdianameyê de hûnandina bûyerê ji bo ku bersûc cezayê kêm bigirin, hat nivîsandin.    Tevî ku parêzeran gotiye îdianame kêm û divê bê îadekirin jî lê dadgehê îdianame qebûl kir. Danişîna dozê dê sibê bê lidarxistin.