Rapora şewatê: Di xetên ceyranê de sîgorte tune bû 2024-07-04 12:10:57 AMED - Platforma Parastin û Pişevaniyê ya Amedê rapora xwe ya têkildarî karesata şewatê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di xetên ceyranê de li gelek noqteyan pêvek û lîf çêbûne û ji ber ku sîgorteyên OG’ê yên stûnan tune bûn, dibe ku rê li ber çirûskan vekiribe.    Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar a Amedê rapora xwe ya têkildarî şewata di 20’ê hezîranê de li navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derketî û bûbû sedema mirina 15 welatiyan, eşkere kir. Rapor, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê ji hêla endamên platformê hat eşkerekirin.    EREN: DOZGERIYÊ PÊŞRAPOR KÊM DÎT   Hevberdevkê Platformê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku di rapora şandeya wan û DBB’ê û di rapora ewil a Serdozgeriya Komarê ya Xana Axpar de bi awayekî şênber derketiye holê ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Eren, da zanîn ku di rapora dozgeriyê de hatiye destnîşankirin ku têlên veguhêzbar li ser sîgortayê pêçayî bûn û rê li ber şewatê vekirine. Eren, wiha domand: “Çima derheqê rayedaran de lêpirsîn nayê destpêkirin? Dozgeriyê ev rapor kêm dît û daxwaza raporeke nû kir. Ji ber ku mijareke teknîkî ye, li benda raporeke berfireh in. Berpirsyartiyên pozîtîf ên dewletê hene. Divê hem di mijara tevdîran de hem jî di mijara mudaxileyê de lêpirsîneke bibandor bê kirin. 15 insanên me miririn û bi dehan jî birîndar bûne.”    ‘ŞEWAT TÊ WATEYA TUNEBÛNÊ’   Piştre jî rapor ji hêla Hevseroka Şaxa SES’ê Yildiz Ok Orak ve hat xwendin. Orak, got ku li herêma şewatê lêkolîn kirine. Orak, wiha domand: “Şewatê bandor li nêzî qadeke 55 hezar dekaran kiriye, ji vê nêzî 20 hezar dekaran hatibû çandin, di şewatê de yek jê zarok bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn, yên mirîn şêniyên gundan bûn, qismekî wan yekser ji şewatê bibandor bûne, hinek jê dema mudaxileyî şewatê dikirin jiyana xwe ji dest dan, 302 bizin û 622 mîh mirin û tedawiya zêdetirî 100 heywanan jî didome. Ev daneye nîşan didin bê ka asta hilweşîna ekolojîk û aborî di çi astê de ye û nîşan dide ku şewat ji bo zindiyan tê wateya tunebûnê.”    SEDEMA DERKETINA ŞEWATÊ: TÊLÊN CEYRANÊ   Têkildarî sedema derketina ceyranê jî wiha hate gotin: “Li gorî çavdêriyên şandeya me û agahiyên şahidên ji ewil mudaxileyî şewatê kirin û şêniyên gund, eşkere bû ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Li gorî îfadeyên şêniyên gundê Tobîniyê, di şeva bûyerê de bayeke xurt hebû, ceyran du caran çûye û hatiye, dema têlan ji hev digirt çirûskên jê vedipêşiyan dîtine, şewata li herêmê ji ber bagera heyî pir zû belav bûye. Di hevdîtinan de derket holê ku stûnên ceyranan di sala 1987’an de hatine danîn û di 37 salan de tu sexbêr û tamîra wan nehatiye kirin. Şêniyên gundan dan zanîn ku rojek piştî karesatê, ekîbên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) hatiye herêmê, mudaxileyî stûnan kirine û dîmenên vê rewşê hatine kişandin.”    TESPÎT HATIN RÊZKIRIN   Tespîtên di raporê de wiha hatin rêzkirin:   “* Hat tespîtkirin ku cihê şewat lê derketî cihê çandî bû.    * Di xetên veguhestinê de li gelek noqteyan pêvek û lîf hebûn.    * hat tespîtkirin ku di stûnan de sîgorteyên OG’ê tune bûn, li şûna vê bi gihîneran ve hatine bypasskirin, ev pêvek sist bûn, di gelek stûnan de îzolatorên şikestî hebûn û li xetên OG’ê li qadên çandî stûnên ceyranê yên ji daran hatine danîn. Hat tespîtkirin ku bikaranîna van stûnên daran guncav nîne, li ser rêgeha xet jê re derbas dibin li derdora stûnan tu tevdîr nehatine girtin.    * Di bin stûnan de betonê xemlê tune bû, gihayên di li bin stûnan nehatine dirûn. Hat tespîtkirin ku dibe ku darên li bin xetên OG’ê rê li ber pirsgirêkê vekiribe.    * Hat tespîtkirin ku îzolator sist hatine girêdan û girêdana wan ne li gorî teknîkê hatiye kirin. Sexbêra şebekeyên xetan nehatiye kirin û di vê mijarê de xizmet nehatine kirin.    * Parafudr tune bû lewma rê li ber voltaja zêde vekiriye. Divê di serê xetan, di dawiya xetan de û di ketina hemû trafoyan de teqez parafudr bê bikaranîn.”    ENCAM Û DAXWAZ   Di raporê de pêşrapora Serdozgeriya Komarê ya Xana Axpar, daxuyanî û rapora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, texrîbatên ekolojîk û yên ji hêla tenduristiyê ve tê de cih girtin. Di raporê de daxwaz wiha hatin rêzkirin:      “* Divê herêma ji şewatê bandorbûyî tavilê weke Herêma Karesatê bê ragihandin.    * Ji bo bi lezgînî û bibandor mudaxileyî şewatan were kirin, divê planên rewşa lezgîn bên nûjenkirin û tedbîqatên birêkûpêk bên kirin. Divê kapasîteya mudaxileya ji hewayî ve bê zêdekirin.    * Hewceya binesaziya ceyranê bi awayekî rêk û pêk bê sexbêrkirin, kontrola wan were kirin û xetereyên şewatê bên kêmkirin.    * Divê alîkariya madî bidin welatiyên li herêm û xizmeta psîkolojîk jê re bê kirin.    * Hewceya mafê hawirdorê û mafên sereke di nava temamiya pergalê de were nirxandin. Divê hiqûq û polîtîkayên hawirdorê yên neteweyî û navneteweyî li her devera cîhanê di çarçoveya parastina daîm û di her mercan de be.    * Ji bo ekosîstema ji şewatê bibandor bûyî dîsa xwe komî ser hev bike, hewceye xebatên danîna daran dest pê bike.    * Ji bo parastina ajalan a ji şewatan divê tevdîrên taybet bên girtin, di dema şewatê de û piştre bên rizgarkirin û tedawîkirin. Ji bo vê jî divê komên veterîner ên amade hebin.    * Ji bo hevsengiya ekolojiyê divê proje bên pêşxistin.”    Piştre jî pirs û bersiv hatin dayîn. Ji Odeya Endezyarên Nexşeyê Sedat Sever pirsa têkildarî dîmenên fezayê yên DEDAŞ’ê wiha got: “Serê sibehê saet di 11.00’ê de fezayek derbas bûye. Piştî wê qet tu kesî nedîtiye. Ew dîmen dîmenê serê sibehê saet 11.00’an e. Mimkin nîne bi rêya vî dîmenî bibêjin şewat ji bor prezeyê derketiye. Di navbera wan de nêzî 10 saetan ferq heye.  Îdiaya şewata prezeyê rast nîne.”