Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn 2024-07-04 12:44:10   AMED - Li ser rêya Amed - Êlihê qeza çêbû. Di qezayê de yek jê zarok bi giştî 14 kes birîndar bûn.    Mînîbusa rêwiyan a bi plakaya 56 KD 668 li ser rêya di navbera Amed û Êlihê de li pîkapa bi plakaya 72 AAG 837 xist. Qeza li xaçerêya Salatê ya Bismilê çêbû. Di qezayê de 1 zarok û 3 jê giran bi giştî 14 kes birîndar bûn. Li ser îxbarê, komên tenduristiyê, agirkujî û cendirmeyan li cihê bûyerê hatin veguhestin.    Komên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil, birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û nexweşxaneyên li bajar kir. Hat zanîn ku ji birîndaran dayikek û zarokê wê jî di nav de rewşa 3’yan giran e. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.