Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin 2024-07-04 14:45:16   ENQERE - TSK’ê derbarê Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korûr Fîncanciyê de, ji ber nirxandinên operasyonên li Herêma Federe ya Kurdistnê de ên “bikaranîna çekên kîmyewî”, doza tezmînatê dabû vekirin. Danişîna Fîncanciyê hate taloqkirin.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk a berê Şebnem Korûr Fîncanci têkildarî operasyonên li Herêma Federe ya Kurdistanê de tên meşandin nirxandina “Dibe ku çekên kîmyewî hatibin bikaranîn” kir. TSK’ê derbarê Fîncanciyê de bi daxwaza tezmînata 200 hezar lîreyan, doz da vekirin. Danişîna doza tezmînatê li 2’yemîn Dadgeha Esliyeya Hiqûqê ya Enqereyê hat lidarxistin. Şûna Fîncanciyê parêzerên wê Şevîn Kaya û Hulya Yildirim di danişînê de amade bûn.    Parêzer di danişînê de mafê axaftinê girtin û xwestin doz were redkirin. Dadgeh jî daxwaz red kirin û danişînê taloqî 24’ê îlonê kir.