Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan 2024-07-04 15:00:52   ENQERE - Platforma ji Parastinê re Azadî, bertek nîşanî binçavkirina 2 parêzeran a li Stenbolê da.      Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Stenbolê parêzer Naîm Emînoglû û endama wê Dogan Încesû di 2’yê tîrmehê de hatin binçavkirin. Platfroma ji Parastinê re Azadî têkildarî binçavkirina parêzeran li Şaxa ÇHD’ê ya Enqereyê daxuyanî dan û pankarta “Bila Prz. Naîm Emînoglû û Doga Încesû bên berdan” hate vekirin.   ‘BINÇAVKIRIN ÊRIŞA LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN DEMOKRATÎK E’    Serokê Giştî yê ÇHD’ê Mûrat Yilmaz, bertek nîşanî operasyona li dijî malên hempîşeyên xwe dan û wiha got: “Divê hevalên me yên neheq û bêhiqûqî tên binçavkirin demildest bên berdan.” Yilmaz, bal kişand ku mafê darizandina adil tê binpêkirin û wiha domand: “Em ji vir careke din dibêjin ku li dijî êrişên desthilata siyasî em ê tu car ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin. Em radigihînin ku em şopdarên pêvajoya hiqûqî ya rêveberê Şaxa ÇHD’ê yê Stenbolê Prz. Naîm Emînoglû û endama ÇHD’ê Doga Încesûyê ne û daxwaz dikin ku ev rewşa neheq û bêhiqûqî bê bidawîkirin û binçavkirî demildest bên berdan.”