Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2024-07-04 15:02:35   AMED - Naciye Oturmak a li Farqînê dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Xizmên Oturak dan zanîn ku hevjînê wê Hekîm Oturmak bi awayekî sîstematîk tundî lê dikir û par hewl dabû qetil bike.    Jina bi navê Naciye Oturmak (41) li gundê Girbilok ê Farqîn a Amedê dijiya û li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Naciye Oturmak a ku ne li ser hişê xwe, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû ya Farqînê û li wir jiyana xwe ji dest da.   Têkildarî mirina Oturmak, hevjînê wê Hekîm Oturmak bi gumana “cînayetê” hate binçavkirin.    XIZMÊ WÊ: BERIYA NIHA JÎ HEWL DAN NACIYEYÊ QETIL BIKIN    Xizmekî nêz ê Naciye Oturmak da zanîn ku hevjînê Naciye Oturmak beriya niha hewl dabû bikuje. Bi domdarî wiha got: “Hevjînê Naciyeyê tundî lê dikir. Hevjînê wê Hekîm, par hewl da bikuje. Hewl da benekî bixe qirika wê lê zarokên wê û cîranên wê nehiştibûn. Piştî vê bûyerê çendek mehan li malbava xwe ma. Ji bo dîsa venegere mala hevjînê xwe me gelek hewl da. Hekîm gelek caran qasid şand û bir malê. Lê piştre dîsa tundî dest pê kir. Ev bû 3 sal tundî lê dihat kirin.”    GOTIBÛ KU TUNDÎ LÊ TÊ KIRIN   Xizma Oturmak, wiha qala hevdîtina xwe ya dawî ya bi Naciye Oturmak re: “Dema bi min re diaxiviya digot ku hevjînê wê nebaş nêzî wê dibe lê ji ber zarokên xwe, xwe li ber vê tundiyê radigire. Zarokê wê yê herî mezin 17 salî ye. Dayika 4 zarokan e û ji wan 3 kur û yek jî keç e. Hevjîn û tiyên wê ew birine nexweşxaneyê. Piştî birin nexweşxaneyê li me geriyan. Dema em çûn nexweşxaneyê jî me ne Hekîm ne jî tu kes ji malbata wan li wir nedît. Peywirdarên li wir gotin ku hevjînê wê ew aniye nexweşxaneyê lê nehatiye rizgarkirin.”