Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin 2024-07-04 16:09:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk gundê Sergelê yê Amediyeyê topbaran kir û şewateke mezin derket. Xelkê gund banga alîkariya lezgîn li rayedaran kirin.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; artêşa tirk gundê Sergelê yê li sînorê bajarokê Amêdiyeyê yê ser bi parêzgeha Dihokê ve topbaran kir û di encamê de şewateke mezin derket. Welatiyên herêmê jî bang li aliyên peywendîdarkirin ku bi hewara wan biçin.   Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku agir li herêmeke mezin berfireh bûye û nêzî malên gundiyan bûye. Şêniyên gund gotin ku xetere li ser jiyana wan heye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk hêzeke mezin a leşkerî derbasî sînorê parêzgeha Dihokê kir û zextê li gundiyan dikin ku malên xwe vala bikin.