Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn 2024-07-04 16:44:27   STENBOL - Parêzerên OHD’î diyar kirin ku li Girtîgeha Sîlîvriyê nêzî 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûne.    Parêzerên ku endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ne û bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Sîlîvriyê tên ragirtin re hevdîtin kirin, dan zanîn ku ji wan re hatiye gotin ku girtî bi warinê jehrî bûne. Parezeran ragihandin ku di hevdîtinê de girtiyan diyar kirine ku ji 28’ê hezîranê ve girêdayî jehrîbûna bi xwarinê nêzî 250 girtiyan bi giliyên weke “vereşîn” , “xelîna dil” û “virikîbûnê” bi koman birine nexweşxaneyê.    Endamê OHD’ê parêzer Azad Gurbuz bi lêv kir ku di hevdîtina bi Mehdî Mihçi re kir de Mihçi ji wî re gotiye, girtî bi komên ji 40 kesan pêk tê bi ringan birine nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku pirsgirêkên mîdeyî yên girtiyên bi xwarinê jehrî bûne berdewam dikin.