Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê 2024-07-04 21:43:21   WAN -  'Meşa Rêzgirtina li Vînê' ya ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ve berbi Colemêrgê hat destpêkirin gihişt 65 kîlometreyî Meşvanên îro zîncîra mirovahiyê ava kirin, tevî hewaya germ meş bi biryar domandin.    Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qeyûm hatibû tayînkirin û li dijî tayînkirina qeyûm, “Meşa Rêzgirtina li Vînê” hat destpêkirin û ya îro jî bidawî kirin. Meşvanan şeva xwe li Payîzava li parka Norduz derbaskirin. Meşvanan duh 42 kîlometre temam kirin. Meşvan îro gihiştin 65 kîlometreyî. Piştî daxuyaniya li mezraya Tekmala Şêx Safiyeddîn  ketin rê û gihiştin taxa Xoşebê.