ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-05 09:00:06   * Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez ku bi hevalên girtiyê nexweş Yildirim Han ê di 20'ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da re hevdîtin kir, da zanîn ku girtiyan ragihandine ji ber ku Han nehatiye dermankirin jiyana xwe ji dest daye.     * Çêkirina Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku dihat gotin wê di meha Adarê de bê vekirin hê jî neqediyaye. Serokê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Samet Kaya diyar kir ku ji ber ku bi salan e li Şirnexê  pirsgirêka nexweşxaneyan nayê çareserkirin welatî nikarin xwe bigihînin tendûristiyê.    * Meşvanên ku tev li “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" bûn, dan zanîn ku ev dê tekoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên qirêj bidomînin û wiha gotin: “Armanca me ne tenê polîtîkayên qeyûm, tecrîd, şerê taybet û qeyrana aborî ye jî.”   * Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Bahrî Ogûz diyar kir ku divê sûcên li hemberî penaberan tên kirin ne wekî yên "edalî" di çarçoveya "sûcê li dijî mirovahiyê de esas bê girtin.    * Esnafên li Sûka Sehefan a Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin pirtûkan bifiroşin û wiha gotin: “Ji ber krîza aborî êdî kesek nikare pirtûkan bikire û bixwîne.”    * Li aliyekî hê birîna cezayên DEDAŞ’ê ku bi îdiaya “ceyrana qaçax” li welatiyan dibire didome, li aliyekî din jî vê carê şirketa Diyargazê ku xwediyê wê parlamenterê AKP’ê ye bi îdiaya “gaza qaçax” 21 hezar lîre cezayê pereyan li nivîskar Hogir Berbir birî.    * DEM Partiyê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" ber bi Colemêrgê ve daye destpêkirin dê di roja 3'yemîn de berdewam bike. (10.00-20.00)   * Danişîna ewil a doza der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (10.00-13.00)    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe dê der barê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê bi daxwaza Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Kar kuştibû bê girtin dê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide. (12.30)    * ÎHD dê li gelek bajaran "Nobeda Aştiyê" li dar bixe. (14.00)   * Malbatên girtiyan bi daxwaza "dawî li tecrîdê were" dê li gelek bajaran daxuyanî bidin. (16.30)   * Çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê dane destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)