Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da 2024-07-05 09:00:46   ŞIRNEX - Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez ku bi hevalên girtiyê nexweş Yildirim Han ê di 20'ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da re hevdîtin kir, da zanîn ku girtiyan ragihandine ji ber ku Han nehatiye dermankirin jiyana xwe ji dest daye.     Yildirim Han ê ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt û tevî nexweşiya xwe ya giran nedihat berdan, di 20'ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Han ê ku ji ber ku nexweşiya wî giran bû ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê sewqî nexweşxaneyeke li Enqereyê hat kirin û dema ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Parlamenterên Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan di 2'ê tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê serdana hevalên qawişê yên Han kirin.    Mehmet Zekî Îrmez, der barê naveroka hevdîtina bi girtiyan re axivî.     'WEZARETA DADÊ BERPIRSYAR E'   Îrmez da zanîn ku li tevî nexweşiya Han a giran jî ew terikî mirinê hatiye kirin û wiha axivî: "Yildirim Han berê li Wanê hatibû girtin. Lê ji ber nexweşiyên wî hatibû berdan. Lê dîsa di 26'ê Nîsanê de li Şirnexê hat girtin. Hanê ku tedawiya wî li derve nîvco ma, li girtîgehê her ku diçe xerabtir dibe.  Hanê ku tevî rapor û nexweşiyên xwe hat girtin, li girtîgehê jî nayê dermankirin. Li gorî hevalên wî, Han carekê du caran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û bijîşkan jê re gotine 'Tiştekî te tune ye'. Hanê ku rewşa wî girantir bû, piştre sewqî Amedê kirin. Lê bêyî tedawiyek rêkûpêk bê kirin birin girtîgehê. Han ê ku piştî ku rewşa wî giran bû sewqî Enqereyê kirin û li wir jiyana xwe ji dest da. Hevalên wî gotin ku Han ji ber ku bi rêkûpêk nehatiyê derman kirin jiyana xwe ji dest da ye. Berpirsiyarê vê yekê Wezareta Dadê ye. Heke Yildirim Han di wextê de bihata berdan û tedawî bibûya, dibe ku niha sax bû."    'EM Ê BOŞOPÎNÎN'    Îrmez bi lêv kir ku malbata Han der heqê girtîgehê de gilî kiriye û da zanîn ku di heman demê de ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a DEM Partiyê ve jî lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha got: "Em ê hevdîtinên li girtîgehê weke rapor bi raya giştî re parve bikin. Her wiha ji bo meclîsê jî me pirs amade kirine û em ê di rojên pêş de pêşkêş bikin. Ji bo pêşî li mirina li girtîgehan bê girtin, em ê bi Wezareta Dadê re jî hevdîtinekê pêk bînin."   'REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ DI XETERÊ DE YE'   Îrmez di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di serdema desthilata AKP-MHP’ê de pirsgirêkên li girtîgehan zêde bûne û wiha pê de çû: “Girtîgeh veguherîne navendên tecrîd û rehabîlîtasyonê. Tevî nexweşiyên giran jî girtî nayên berdan. Rewşa girtiyên nexweş ên ku bi hincetên keyfî nayên berdan roj bi roj girantir dibe. Rewşa girtiyên nexweş, bi taybetî yên ku temenê wan mezintir e di xeterê de ne. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e ji bo bên derman kirin divê bên berdan. Berê jî di girtîgeha Şirnexê de girtiyên nexweş Emre Abalak û Divali Guzel jiyana xwe ji dest dan.  Divali Guzel tevî rapora ji sedî 90 astengdar nehati bû berdan."    'GIRTÎ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN'   Îrmez di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di hevdîtinê de girtiyan pirsgirêkên binpêkirinên mafan ên girtiyan jî vegotine û ev tişt anî ziman: “Li ser derûniya girtiyan polîtîkayeke gelek zirav û taybet tê meşandin.  Ji ber hincetên hêsan cezayên dîsîplînê li girtiyan tê dayîn. Yek ji mijarên ku girtiyan herî zêde giliyê wê kirin jî sewq nekirina nexweşxanê bû. Girtiyek nexweş di hevdîtinê de got ku ew rakirine revîrê û tevî sewqî nexweşxaneyê kirine jî bi rojanê ev nebirinê nexweşxanê. Gelek girtiyên nexweş der barê vê mijarê de giliyên xwe anîn ziman. Ser kawişên girtiyan de digirin û dest didin ser pirtûkên wan. Pirtûkên kurdî yên ji girtiyan re tên şandin tên desteserkirin. Girtiyan anîn ziman ku ji ber xwarin ne paqij e nikarin xwarinên girtîgehê bixwin. Her wiha gotin ku nameyên ku şandine jî hatine desteserkirin û bersivên daxwaznameyên ku şandine jî wernegirtine. Di hevdîtinên malbatan de jî astengiyan derdixînin. Di hevdîtinê de destûr nayê dayîn malbatên girtiyan bi hev re têkilî daynin."   MA/ Mahmut Altintaş