Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin 2024-07-05 09:02:01   ŞIRNEX - Çêkirina Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku dihat gotin wê di meha adarê de bê vekirin hê jî neqediyaye. Serokê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Samet Kaya diyar kir ku bi salan e li Şirnexê pirsgirêka nexweşxaneyan nayê çareserkirin welatî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê.    Çêkirina nexweşxaneya herêmê ya 500 nivîn a Şirnexê ku temelê wê di 4'ê çileya 2023'yan de li ser 120 hezar metrekare erd li gundê Merga Şantiyê yê li quntara Çiyayê Cûdî ya Şirnexê hat avêtin, piştî salekê jî bi dawî nebû. Nexweşxaneya bajêr a ku di 10'ê gulana 2022'yan de dan îhaleyê û piştrê hat betalkirin di 28'ê tîrmeha 2022'yan de cardin dan îhaleyê. Îhaleya ku  Giresunlu Alî Acar San. Tic. Ltd. girt, hatibû diyarkirin ku çêkirina nexweşxanê wê di 24'ê adarê de biqede. Lê tevî ku 4 meh jî bi ser dîroka ku hatiyê diyarkirin derbas bûye jî nexweşxanê hê neqediyaye. Ji nexweşxaneya ku trîlyonek û 498 mîlyon lê hatiye xerckirin hê ne diyar e ku dê kengî bi dawî bibe. Nexweşxaneya ku qala wê tê kirin di her pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê Serokomarê AKP'yî Tayyip Erdogan û rayedarên AKP'ê ve weke "mizgînî" tê dayîn. Lê belê di nava 28 mehan de heta niha tenê yek qat hatiye çêkirin. Weke hinceta netemamkirina çêkirina nexweşxaneyê jî nebûna amûran nîşan didan. Balkêş e ku di 3'yê tîrmehê de bi sedemeke nediyar di depoya nexweşxaneyê de şewat derket û di vê şewatê de xesar gihîşt gelek amûran.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) ya Şirnexê Samet Kaya têkildarî neqedandina nexweşxaneya bajêr a Şirnexê û bi vê ve girêdayî pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmê axivî.   'ÇÊKIRINA NEXWEŞXANÊ PIRR GIRAN BERDEWAM DIKE'   Kaya anî ziman ku di çêkirina înşeata nexweşxaneyê de kêm karker dixebitin û ji ber wê yekê jî çêkirina wê pir hêdî tê çêkirin. Kaya destnîşan kir ku bi vî awayî çêkirina nexweşxanê wê bidome û wiha got: “Ji roja ku dest bi nexweşxaneyê kirine heta niha çêkirina wê pir bi giranî berdewam dike. Wexta ku ji dawîkirina nexweşxaneyê re hatiye diyarkirin jî derbas bû. Lê bi vê rêjeyê, xuya ye ku avakirina wê dê heta demeke dirêj berdewam bike. Di avakirina nexweşxaneyeke wiha mezin de divê zêdetir xebatkar bên xebitandin. Lê dema em lê dinêrin pir hindik karker dixebitin. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Pêdiviya welatiyan heye ku nexweşxanê demildest bi dawî bibe û bigijîjin mafê xwe yên tenduristiyê."    Kaya da zanîn ku neqedandina înşaeta nexweşxaneyê ji bo welatiyên Şirnexê dibe sedema pirsgirêkên cidî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nebûna nexweşxaneya bajêr dibe sedem ku welatiyên li Şirnexê biçin bajarên derdorê. Bi temambûna nexweşxaneya nû re dê rêjeya sewqkirina nexweşxaneyan jî kêm bibe. Ji ber ku hejmara bijîşkên pispor ên di beşên cuda de dixebitin zêde bibe, nexweş bêyî ku biçin bajarên cuda dê karibin xwe bigihînin tenduristiyê. Ji bo vê jî divê di demeke herî nêz de avakirina nexweşxaneyê bi dawî bibe û bikeve faliyetê.”   'GELEK NEXWEŞXANÊ HÊ DI ÎNŞEATÊ DE NE'   Kaya anî ziman ku li navçeyên Şirnexê jî gelek nexweşxae hene ku înşaeta wan hê bi dawî nebûye û ev tişt gotin: “Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê bi hinceta ku ji bo erdhejê ne guncav e, birin dibistaneke kevn. Piştre, pêvajoya îhaleyê ji bo nexweşxaneyeke nû dest pê kir. Çêkirina nexweşxaneya ku îhaleya wê hatiye kirin dê dest pê bike. Divê demildest nexweşxane bê avakirin. Ji ber ku dibistan li gorî şert û mercên tenduristiyê ne guncav e. Çêkirina Nexweşxaneya Dev û Diranan a li Silopiyayê ku bi salan e înşaeta wê berdewam dike jî hê neqediyaye. Ji bo avakirina nexweşxaneya ku hîn temam nebûye gelek şîrket hatin guhertin û ji ber vê jî dema çêkirinê hat dirêjkirin.  Welatiyên li Silopiyayê dijîn, ji ber nebûna nexweşxaneya diranan diçin Cizîr an jî Şirnexê. Ev jî ji bo welatiyan pirsgirêkên mezin derdixîne. Her wiha înşaeta Nexweşxaneya jinan a li Silopiyayê jî bi dawî nebûye. Çêkirina Nexweşxaneya jinan a li Cizîrê jî hê jî bi dawî nebûye. Divê demildest avakirina nexweşxanê bi dawî bibe û welatî bigihên xizmeta tenduristiyê."     PIRSGIRÊKA SEWQKIRINA NEXWEŞXANEYAN   Kaya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka sewqkirina nexweşan a ji bo nexweşxaneyê bajarên cuda û got: "Ji ber ku sewqkirina nexweşxaneyê dereng tê kirin mafê tenduristiyê yên welatiyan tê binpêkirin. Welatiyan sewqî bajarên din dikin ji ber vê yekê jî welatiyên ku rewşa wan a aboriyê ne baş e nikarin xwe bigihînin tenduristiyê. Welatiyeke Silopiya heke pêdiviya wê ji çûyina nexweşxaneya jinan hebe bi salan li benda dorê dimînin. Nexweş neçar dimînin biçin nexweşxaneyên Mêrdîn û Amedê. Ev dibe sedem ku tenduristî li ser wan mesrefên zede derxîne. Di vê heyamê de ku welatî bi krîza aborî re rû bi rû ne sewqkirina nexweşan a bajarên derdorê dibe sedema bargiraniya aborî."   MA / Mahmut Altintaş