Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin 2024-07-05 09:03:31 WAN - Meşvanên ku tev li “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" bûn, dan zanîn ku ev dê tekoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên qirêj bidomînin û wiha gotin: “Armanca me ne tenê polîtîkayên qeyûm, di heman demê de em li ber tecrîd, şerê taybet e û krîza aborî jî radibin."  “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" ku li dijî tayînkirina qeyûm ê di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin di roja 3'yemîn de berdewam dike. Meşvanên ku li Stenbolê dest bi meşê kirin, piştî Edene û Êlihê niha li Wanê dimeşin. Piştî daxuyaniya ku li Wanê hatiye dayîn, meş dest pê kir û îro digihîje navçeya Elbak a Wanê. Meşa ku bi coşeke mezin didome, dê piştî 3 rojên din li Colemêrgê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.   Meşvanên ku ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li vê meşê bûn ji ajansa me re axivîn û nerazîbûna xwe nîşanî polîtîkayên qeyûm dan.    ‘BILA CIWAN TEV LI MEŞA ME BIBIN’   Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Dîlokê Bunyamîn Dûman ku tev li meşê bûye da zanîn ku heta qeyûm hebin dê tekoşîna wan ya li dijî qeyûm jî bidome. Dûman destnîşan kir ku ev meş ne 6 roj, 60 roj jî berdewam bike, ew dê dîsa bibiryar bimeşin û li dijî desteserkirina îradeyê li ser pêyan bin. Dûman anî ziman ku ne tenê ji Kurdistanê, ji Tirkiyeyê jî gelek kes tev li vê meşê bûye û got: “Em ji bo xwedî li vîna xwe derbikevin derketin vê rê yê û divê hemû gelê kurd xwedî li vîna xwe derbikeve. Me dixwest hemû beşdarvan ciwan ban, lê mixabin niha hejmara ciwanan gelek kêm e. Em bang li ciwanan dikin ku bila di vê tekoşînê de tev li me bibin.”   ‘EV MEŞ MEŞA AZADIYÊ YE’   Meşvan Stêra Yorûlmaz ku ji navçeya Misirc a Sêrtê tev li meşê bû, da zanîn ku ev meş meşa azadî û serkeftinê ye. Yorûlmaz da zanîn ku ew dê qeyûman li ser xaka Kurdistanê biavêjin û wiha berdewam kir: “Serkeftin ya gelê bindest  gelê kurd e. Di meşê de hejmara ciwanan gelekî kêm e. Ez bang li hevalên ciwan dikim, em dixwazin ew jî tev li me bibin.”   ‘EM JI BO XWEDÎ LI VÎNA XWE DERBIKEVIN DIMEŞIN’   Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş jî bertek nîşanî polîtîkayên qeyûm dan û da zanîn ku ji bo xwedî li vîna xwe derbikevin ew di meşê de ne. Kûş destnîşan kir ku ev polîtîya qeyûm sîrayetî hemû beşên civakê kiriye û ev tişt got: “Em ê li dijî vê dagirkeriyê û hişmendiya qeyûm têkoşîna xwe mezintir bikin. Ne 6 roj, mehek jî bidome em ê li dijî polîtîkayên qeyûm berteka xwe nîşan bidin. Niha xwedî derketina meşê ya ji aliyê welatiyan ve baş e û em dixwazin welatiyên me li dijî desteserkirina vîna gel, dengê xwe bilindtir bike. Taybetî jî ez bang li jin û ciwanan dikim. Werin xwedî li vîna xwe derbikevin.”   ‘ÇALAKIYÊN BIBIRYAR DÊ GAV PAŞVE BIDE AVÊTIN’   Mehmet Emîn Alkan ê ku ji navçeya Nisêbînê di rêveberiya DEM Partiyê de ye û tev li meşê bûye jî anî ziman ku ew bi moraleke mezin dimeşin û qet betilandin nayê bîra wan. Alkan bi bîr xist ku heta rayedarên desthilatê paş ve gav neavêjin, ew dê tekoşîna xwe ya li dijî qeyûm berdewam bikin. Alkan bi domdarî wiha got: “Ji bo xwedîderketina li vînê divê hemû gelê kurd bi taybetî jî jin û ciwan tev li çalakiyan bibin. Îro qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê kirin, heke em dengê xwe dernexin dê tayînî Amedê, Mêrdînê jî bikin. Ew talana di wan her du serdemên çûyî de hatine kirin, dê dîsa bên kirin û heta zêdetir. Qeyûm talan, dizî û desteserkirina vînê ye. Ji bo pêşîgirtinê divê ti kes bêdeng nemîne. Çalakiyên bibiryar dê bi desthilatdariyê gav paşve bide avêtin.”   ‘ARMANCEKE DIN JÎ TÊKBIRINA TECRÎDÊ YE’   Alkan bal kişand ser berfirehiya meşê û da zanîn ku armanca wan ne tenê têkbirina polîtîkayên qeyûm e. Alkan destnîşan kir ku niha li girtîgehan tecrîdek heye û wiha got: “Dema tecrîd hebe alozî jî derdikeve, xwîn jî dirije, qeyranên aborî jî dê bidomin. Em hem ji bo rakirina tecrîdê, hem li dijî şerê ku li Kurdistanê em dijîn şerê taybet hwd. ji bo hemû polîtîkayên qirêj dimeşin. Weke tê zanîn girtiyên siyasî jî xwe tecrîd kirine û dernakevin ti hevdîtinan. Ev tecrîd bandoreke neyînî li ser civakê çêdike. Ji bo em vê tecrîdê jî bişkînin em ê tim li qadan bin û tim li ber xwe bidin.”   MA / Bazîd Evren - Mazlum Engîndenîz